Dînk li cihê lê hat kuştin hat bibir anîn: Em ê heta dawî li dijî xerabiyê têbikoşin 2020-01-19 17:27:59   STENBOL - Seroka Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korur Fincanci, di bîranîna Hrant Dînk de axivî û got: “Hrant tu carî dest ji qêrîna ji bo heqîqetê berneda. Wisa be, em jî dest jê bernadin. Em dê her dem li dijî xerabiyê têbikoşin.    Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê û Rojnameger Hrant Dink, 13 sal berê di 19'ê Çile de hat qetilkirin. Dînk li cihê lê hat kuştin hat bibîranîn. Bernameya bîranînê li kolana Halaskargazî ya Şîşliyê li pêş avahiya Agosê ya berê hat li darxistin. Di bernameyê de hevjîna Dink Rakel Dink, kurê wî Arat, keçên wî Sera û Delal Dink, dostên wî, hezyarên wî, xebatkarên Rojnameya Agosê, hempîşeyên wî endam, rêveber û parlamenterên HDP û CHP'ê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Li avahiya Rojnameya Agosê pankartên “Di Sêzdemîn Salê de ji bo şermê ne dereng e", “Em Edaletê dixwazin Hrant 13” û “Em dest jê bernadin Ahparig!” vekirin.    Li qada ku bernameya bîranînê lê hat lidarxistin rawestgeha Osmanbey ya metroyê li trafîkê hat girtin. Li kolanên ku hatin girtin welatî bi dowîzên “Ji bo Hrant edalet", “Bijî piştevaniya karkeran, biratiya gelan" “Em hemû Hrant in" rakirin. Komê wêneyên Dink rakirin û hatin cihê bibîranînê. Girsê li cihê ku Dînk lê hat kutin find pêxistin û qurnefil danîn. Dîsa zimêrên Ermenîkî dan guhdarkirin. Girseya ku li pêş avahiya rojnameyê kom bûn bê navber dirûşmeyên “Ji Înada Faşizmê re tu birayê min e Hrant”, "Ji yer re na aştî hema niha", "Bila kesên dibêjin bukuje, bê darizandin" û "Dewleta qatil dê hesap bipirse." berz kirin.        BENDEST ANÎN CEM HEV   Li ser navê Platforma Belleka Civakî Sertaç Ekincî, diyar kir ku Hrant Dink zimanê biratiya welat bû û wiha got: “Ji ber vê yekê ji nava me girtin. Her tim got pirsgirêka ermeniyan pirsgireka vî welatî ye. Ji ber vê yekê birin. Ji ber ku bindestên vî welatî anîn cem hev kuştin. Dîsa Musa Anter û Tahir Elçî dosyayên wan bi salan berdewam kir.    Seroka Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korur Fincanci jî daxuyanî xwend. Rakel Dink jî li gel Fîncancî rawestiya. Di ser kuştina Hrant re 13 salên mezin derbas bûn. Bi sed hezaran ji bo Hrand bûn lehî û herikîn. Hemuyan got ‘Em tev Hrant in. Em ermenî ne. Kî dikare ji vî dengî zêdetir be. Lêgerîna wî ya heqîqetê tu carî bi dawî nebû. Tu carî jî xeles nabe. Hrant tu carî dest ji qêrîna ji bo heqîqetê berneda. Wisa be, em jî dest jê bernadin. Em dê her dem li dijî xerabiyê têbikoşin. Em li vir in dest jê bernadin Ahparig."  Piştî axaftinê bîranîn bi dawî bû.