Tirkiye li Girê Spî derketina derve qedexe kir 2020-01-19 16:16:48   NAVENDA NÛÇEYAN - TSK û MSO li Girê Spî derketina derve li welatiyan qedexe kir.    TSK'ê û MSO ya girêdayî Tirkiyeyê li Girê spî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zextan zêde dike û dixwazin gelê herêmê siyaseta wê qebûl bike. Li gorî çavkaniyên li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin (Silûk û gundê Hemam El-Tirkmen ê gundewarên kantona Girê Spî) ku Tirkiye lê bi cih bûye, çûn û hatin qedexe kir û nahêle şênî derkevin derve. Çavkaniyan destnîşan kir ku bi qedexekirina derketinê re hemû xizmetên sereke li kantonê û gundewarên wê ji nan û avê hatine qutkirin û ji ber wê jî kareseta mirovî li gel şêniyan çêbûye. Şênî zehmetiyên mezin di peydakirina pêdiviyên rojane yên sereke de dibînin. Hat gotin dema qedexkirinê hîn ne diyar e. TSK û OSO li Girê Spî ji 9`ê Cotmeha 2019`an ve dagir kiriye. Ji wê demê heta roja îro siyasetên binpêkirinê der heqê şêniyan de pêk tînin, rewşa ewlehiyê tevlihev e û bêaramî heye.