Mudaxaleyî meşa 'Adaletê’ kirin: Gelek kes binçav kirin 2020-01-19 15:59:35   ENQERE - Melek Çetînkaya ya ku xwest ji bo kurê xwe Taha Furkan Çetînkaya ya rastî cezayê muebetê hatiye, meşa “adaletê” li dar bixe, rastî mudaxaleya polîsan hat. Polîsan di mudaxaleyê de herî kêm 20 kes binçav kirin û li wekîlên HDP'ê dan.    Melek Çetînkaya ji bo kurê xwe Taha Furkan Çetinkaya yê piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hat girtin û rastî cezayê muebetê hat, ji bo daxwazên xwe yên edaletê bîne ziman, xwest meşekê li dar bixe. Melek Çetinkaya û gelek kesên din li Parka Guvenê kom bûn û xwestin "Meşa Edaletê li dar bixin. Di meşê de Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, Rêveberê ÎHD'ê, Endamên Koma Yorum û gelek kesên din kom bûn û daxwazên edaletê anîn ziman. Koma xwest li Parka Guvenê bicivin, polîsan destûr neda û mudaxale kir. Polîsan tevî Melek Çetinkaya herî kêm 20 kes binçav kirin. Polîsan di mudaxaleyê de li parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu xist