Xebatkarê Ozgur Gundemê Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn 2020-01-19 15:44:13   WAN - Xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, di 27’emîn salvegera kuştina xwe de, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) di sala 2016’an de hat girtin Orhan Karaagar ê di 19’ê Çileya 1993’yan di înşeatekê li ser Cadeya 2’yê Nîsanê li Wanê hat kuştin, di 27’emîn salvegera kuştina xwe de, li ser gora xwe ya li Goristana Hacibekir ji aliyê hempîşeyên xwe ve hat bibîranîn.    Nûçegihana Jin Newsê Zeynep Dûrgût, piştî deqeyek rêzgirtinê axivî û wiha got: “Weke kut ê zanîn hevalê me Orhan di sala 1993’yan de ji aliyê hêzên tarîve bi awayekê hovane hat qetilkirin. Ji wê salê heya niha tu tişt ne guherîne û hîna jî li dijî çapemeniya azad êrîş û zext hene. Dîsa rojnameger tên binçavkirin, girtin û rastî gefan tên. Lê ligel vê yekê jî çapemeniya azad, di hemû qadên jiyanê de kevneşopiya xwe berdewam dike, rastiyan dinivîse û tawîzan nade. Çapemeniya azad, li hemberî gefan, girtinan û êrîşan tu carî serî netewand û wê ne tewîne. Em li ser şopa Apê Mûsayan, Denîz Firatan, Gurbeteliyan, Kadrî Bagdûyan û Orhan Karaagaran meşa xwe dewam dikin.”   Dûrgût, da zanîn ku ligel ku bi ser kuştina Karaagar re 27 sal derbas bûn jî, hîna faîlên wî nehatine darizandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Karaagar bi dehan car hat tehdîtkirin û herî dawî jî hat qetilkirin.”    ‘ŞEHÎDÊN ÇAPEMENIYÊ NEMÎRIN’   Xwişka Karaagar Şengul Karaagar jî, di şexsê Orhan de Hrant Dînk bi bîr anî û wiha got: “27 salin faîl nehatine dîtine. Heya ku faîlên Orhan bên dîtin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Weke Hrant Dînk gotî bi salane em civakeke ku êş dikêşine. Ev êş dubar dubare jiyîn bi rastî jî bêterîfe. Çiqas sal derbas bibin jî, ev êş wê mezintir bibe. Tişta dike ser milê me jî berdewamkirina vê têkoşînê ye.”   Malbat û hempişeyên Karaagar piştî axaftinan, qûrnefîl danîn ser gora wî.