Kincên wan nedan wan û sirgûn kirin 2017-12-12 09:34:28 ENQERE– Girtiyên ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê şandin Girtîgeha Tîpa T a Îzmîrê, gotin ku destûr nehatiye dayîn ew kincên xwe jî wergirin û wan şandine girtîgeheke din.  Li girtîgehan her diçe binpêkirinên mafan zêdetir dibin. Herî dawî girtiyên ji doza PKK'ê demildest ji nav nivînên wan derxistin û tevî bêcemeyên li ser wan ew ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê şandin Girtîgeha Tîpa T a Îzmîrê. Yek ji girtiyên ku ji Girtîgeha Mûşê ew birin Girtîgeha Tîpa T a Îzmîrê Erhan Şenyûva nameyek şand û behsa pêkanînên ew bi wan re rû bi rû mane kir û ev tişt gotin: "Nameyên ku min nivîsandin, her çi qas der barê sazî û dezgehan de heqaretek jî di wan de tune bû, nehatin şandin. Ji bo tiştên diqewimin neyên hînbûn nameyên me nayên şandin."    ‘BÊYÎ EM KINCÊN XWE JÎ WERGIRIN EM HATIN SIRGÛNKIRIN'    Şenyûva, diyar kir ku bi hinceta li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê tunel hatiye dîtin ew hatine şandin. Şenyûva got ku dema wan şandine nehiştine ew kincên xwe jî wergirin. Şenyûva anî ziman ku wî û 6 girtiyên din demildest şandine û bêyî ku ew kincên xwe li xwe bikin tevî "eşofmanên li ser wan" demildest ew hatine sirgûnkirin.    Navê kesên tevî Şenyûva ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê hatine sirgûnkirin ev in: M. Fuat Erol, M. Şirin Arslan, Harun Şimşek, Abdurrahman İnanç, Nimet Robin Erdenci, Nihat Bingol.