Li Sûltanbeylî êrîşî cemxanê kirin 2020-01-19 14:50:06 STENBOL - Kes an jî kesên ku ket Cemxaneya li Sûltanbeyliyê, derî û camên wê şikandin û li ser erdê nivîsên gefxwarinê yên weke “Ne qediya”, “bimire” nivîsandin.  Kes an jî kesên ku duh bi şev ketin Cemxaneya Komeleya Çand a Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) ya li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê, li ser erdê nivîsên balkêş ên weke “Neqediya”, “bimire” nivîsandin, derî û camên wê şikandin. Van kesan di heman demê de hemû alavên cemxanê belav kirin û pereyên di qutiya bexşîşê de dizîn.     Serokê   Cemxaneya  Sûltanbaylî ya PSAKD’ê Erdal Aksoy, derbarê bûyerê de ji PÎRHA re axivî û wiha berteka xwe nîşan da: “Xebatkarên cemxanê dema serê sibê derî vekirin, bûyer dîtin. Derbarê bûyerê  de lêkolînên me dewam dikin.”   Aksoy, da zanîn ku ewê lêkolînên xwe yên derbarê bûyerê de bidomînin û wiha bilêv kir: “Bi şikandina qutiya bexşîşê, xwestinek bûyerê veguherînin bûyereke diziyê. Lê nivîsên gefan ên hatine nivîsandin, nîşan didin ku ev êrîşeke. Divê elewî li dijî van êrîşan bi hevre têbikoşin. Lazime ku elewî xwe komî ser hev bikin û bi hevre bibin yek û yekitiya xwe ava bikin. Nexwe ev êrîş wê zêdetir bibin.”