Komxebat di roja duyan deye: Modela Yekitiya Neteweyî nîqaş dikin 2020-01-19 13:22:59 AMED - Xebata Tifaqa Kurdistaniyan ji bo ku nexşerêya xwe ya Yekîtiya Neteweya Kurd diyar bikin, “Komxeta Yekitiya Neteweyî” li dar xistin. Komxebat di roja dûyemîn de dewam dike.  Xebata Tifaqa Kurdistaniyan, ji bo ku nexşerêya xwe ya Yekitiya Neteweya Kurd diyar bikin, bi tevlîbûna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û 8 partiyên Kurd “Komxebata Yekitiya Neteweyî” duh dest pê kir. Komxebata duh li otelekê Sûrê dest pê kir, di roja duyemîn de jî, dewam kir. Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Nûnerê DDKD, PÎA, KKP, PDK-Bakur, PDK-T, Partiya Azadî û Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî di komxebatê de amade bûn.   Di komxebatê de nîqaşên derbarê modela nexşerêyê de dewam dikin. Xebata Tifaqa Kurdistaniyan, wê îro saet 16.00’an de encama nîqaşên xwe, di civîna çapemeniyê de ji raya giştî re aşkere bike.