‘Di her kêliya jiyanê de zimanê kurdî biaxivin’ 2020-01-19 10:07:39   AMED - Delegeyên Tora Çand û Ziman diyar kirin ku piştî Kurd koçî bajaran bûn ji reh û koka xwe qut bûn û xwestin Kurd li her derê û di her kêliya jiyanê de bi kurdî bi axivin û çanda xwe bijîn. Delegeyan xwestin Kurdî bibe zimanê fermî.    Lêkolîner Zeynep Yaş, Nivîskar û Bijîşk Erdal Sîpan û Parêzer Abdulah Çager, li ser rewşa ziman, xeteriyên li pêş ziman, armanc û xebatên Tora Ziman û Çanda Kurdî axivîn. Lêkolîner Zeynep Yaş, têkildarî xebatên torê axivî û diyar kir ku bi vê torê hêz û dînamîkên ku heta niha hem weki tekakesî  hem jî wekî komî û rêxistinî xebatek dikir, li hev kom kir û enerjiyek nû ava kir. Yaş, anî ziman ku di 2 rojan daxwaz û hêvî hatin niqaşkirin û tiştên ku bên kirin hat plansazkirin û got: "Tiştên ku wekî kes, civak û sazî bide pêşiya xwe û bike ew pêşî hat niqaşkirin. Ji bo xebatê nexşerê û statü lazim e. Ger ku ev xebat bi plansazî bê rêxistinkirin wê rê li pêşiya pişaftinê bê girtin.”    ‘KURDÊN LI BAJARAN JI REHÊ XWE QUT BÛNE’   Yaş destnîşan kir ku her kes li ser bişaftinê di axive, lê lazim e tiştek bê kirin û wiha berdewam kir: “Berê Kurd li ser axa xwe belav bûbûn. Li gund, navçe û bajaran berbelav bûbûn. Lê niha di bajaran û metrepolan de kom bû û ji rehê xwe qut bûne. Ev bişaftinê hêzan dike. Ji çand û ziman dûr dixe. Li gundan her bihostek ax navekî wê heye û her tişt bi kurdî ye. Lê dema derbasî bajar dibin vê çand û jiyana xwe ya Kurdî bi xwe re derbasî bajar nakin û şikestinek çê dibe. Divê berî her tiştî em di nava xwe û zimanê xwe de aştiyekê ava bikin. Ji bo em karibin rola xwe bilîzin divê em û civak dest bidin hev.”    ‘LI SER ZIMAN Û ÇANDÊ QEDEXE ZÊDE BÛNE’   Nivîskar û Bijîşk Erdal Sîpan jî diyar kir ku li Tirkiyê û Kurdistanê rewşeke awarte heye û bi taybetî li Kurdistanê rewşa awarte zêdetîr bûye. Sîpan, anî ziman ku binpêkirina mafan zêdebûye, li ser ziman û çandê qedexe zêde bûne û wiha got: “Ji ber van sedema xebatek bi vî rengî ji bo çand û ziman pir hêja ye. Em bi xebatê dixwazin dîsa çand û ziman di nava civakê de geş bikin civak bi zimanê xwe bi axive û çanda xwe bijî.”   ‘DIVÊ LI DIJÎ ZILMA LI SER ZIMAN EM BIXEBITIN’   Sîpan, bal kişand ser komxebatê û wiha axivî: “Di komxebatê de 12 tema hebûn ev tema ji beşên civakê pêk tên. Lazim e ku pirsgirêkên heyî niqaş kiribin û pirsgirêkên tespît kirine çareser bikin. Lazim e zimanê kurdî di hemû qadên jiyanê de cih bibîne. Ji xwe zexteke mezin li ser ziman heye û hatiye asta ku axaftin bê qedexe kirin. Qedexeye ku em bi zimanê xwe perwerde bibin, bi zimanê xwe xizmeta tenduristiyê bibînin. Herî dawî Wezareta Tenduristiyê 5 ziman diyarkirin lê kurdî tune ye. Li vî welatî Tirkî, Rusî, Almanî, Îngîlîzî û erebî heye lê kurdî tune ye. Ev zilm e. Divê li dijî vê zilmê em xebatan bikin.” Sîpan, xwest ku her kurd di her kêliya jiyanê de zimanê zikmakî biaxivin û li çand û zimanê xwe xwedî derkevin. Parastina ziman; parastina çand, dîrok û mirov bi xwe ye. Divê em bi vê zanebûnê tevbigerin.”   ‘EV XEBAT DÊ GEŞTIR Û QENÇTIR BIBE’   Parêzer Abdulah Çager jî da zanîn ku pêwiste li her derê li her demê û li her herêmê ziman bê axaftin û got: “Civîna berê ji bona sazkirina torê bû. Di vê civînê de jî 12 mase hatin avakirin û her maseyekê pirsgirêkên qada xwe raxistin ber çavan û çareseriyê geriyan. Ji ber wê yekê girîng e.  Her ku dem derbas bibe ev xebat dê kûrtir, firehtir, geştir û qençtir bibe. Piştî niqaşên hatin kirin û encama derket holê dê ji bo çareseriya pirsgirêkan xebatek berfireh bikin.”  Çager, bal kişand ser xebatên baroyê yên ji bona ziman jî û wiha berdewam kir: “3-4 salên dawî ne xebatên baroyê yên ji bo ziman berdewam dikin. Ferhenga Têgehên Hiqûqî çap kir. Qursên zimanê kurmancî didin parêzeran û dîsa dersên kurmancî didin zarokên parêzeran. Em dixwazin zimanê kurdî bibe fermî û bi zagonan bê misoger kirin wê demê em ê bextewar bibin.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme