Dayik û hevjîna xwe yên gulfiroş qetil kirin 2020-01-19 09:55:20 STENBOL - Li Kadikoyê, zilamek hevjîn û dayika xwe yên gulfiroş qetilkirin.    Li Cadeya Cemîl Topûzlû ya navçeya Kadikoy a Stenbolê, zilamê 38 salî Tahsîn Yuksekova hevjîna xwe ya 37 salî Seyhan Yuksekova û dayika xwe Zulfiye Yuksekova yên gulfiroş bi çekê qetilkirin.     Êrîşkar Tahsîn Yuksekova, piştî dayik û hevjîna xwe qetilirin, li dolmîşa diçe Bostanci siwar bû û ji cihê bûyerê reviya. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, her du jinên birîndar rakirin nexwexanê. Lê ligel hemû mudaxileyan jî her du jinan jiyana xwe ji dest dan.    JI GIRTÎGEHÊ NÛ DERKETIYE    Polîsên ku şopa êrîşkar Tahsîn Yuksekova şopandin, li Ataşehîrê binçav kirin. Hat hînbûn ku Tahsîn Yuksekova ji ber sûdariya “Cînayet, bi zanebûn birîndarkirinê, gef, heqaret û çeka bêdestûr ragirtinê” sabiqeya wî heye û nû ji girtîgehê derketiye.