‘Girtî di tecrîdê de ne' 2020-01-19 09:43:33   AMED – Fatma Surme diyar kir ku kurê wê Ahmet Surme bi telefonê bi wêre axivîye wiha got: “Gardiyan bi ser odeyan de digirin û tevlîhev dikin. Girtî di tecrîdê de ne." Malbatê serî li ÎHD û TUAY-DER’ê dan û alîkarî xwestin.    Girtî Ahmet Surme yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê dimîne di 16’ê Kanûnê de telefonî malbatê kir. Dayika Surme, Fatma Surme diyar kir ku bi telefonê bi kurê xwe re axivîne û wiha got: “Rewşa zindanan pir nexweş e. Lawê min got ‘gardiyan di ser odeyan de digirin tevlîhev dikin.’ Radyoyên wan jî jê standine. Her tiştî li wan dikin. Rojnameya nadin wan. Têkiliyên wan û hevalên wan ji hev qut dikin.  Surme anî ziman ku piştî kurê wê çûye Tekîrdagê heta niha zora li ser wan zêde bûye û di tecrîdê de ne û xwest zilm û zordarî rabe.   ÇAR MEH BERÊ ÇÛBÛN HEVDÎTINÊ   Surme, da zanîn ku ji bo van îhlalên mafan serî li Komeleya Alikariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê dane û wiha berdewam kir: “Hevjînê min 4 meh berê çû hevdîtina her du kurê min. Çûna girtîgehan pir zahmet bûye. Pir dûr e. Aboriya me jî ne baş e. Pereyê em didin rê em bidin girtiyan hîn baştir e. Bi armanca malbat û girtî zehmetiyê bikşînin wisa dikin. Tim wan dibin cihên nexweş ji bo ku malbat nikare biçe seredana zarokên xwe. Kurekî min li Îzmîrê yek li Tekîrdagê ye. Ez dixwazim herduyan jî bînin Amedê."