Çelîk: Em nikarin xwe bigihînin cihê mirov lê dijîn 2020-01-19 09:08:38 ŞIRNEX - Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ji 11'ê Çileyê ve winda ne. Parlementerê HDP'ê Tûma Çelîk, derbarê wan de bi rayedaran re hevdîtin çê kir û helwesta rayedaran a ji bo herêmê rexne kir.    Hevjînên hev Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ku li gundê Mehrî yê Bêşebaba Şirnexê dijîn, ji 11'ê Çileyê ve agahî ji wan nayê girtin. Tê gotin ku Hurmuz û Şîmonî ya keldanî hatine revandin û ji ber berf zêde ketiye erdê xebatên ji bo lêgerînê tenê ji hewayê ve bi droneyan tên kirin.    Piştî Hurmuz û Şîmonî winda bûn Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk hat bajêr û bi rayedaran re hevdîtin çê kir.    Çelîk, destnîşan kir ku şert û mercên hewayê xebatên lêgerînê zehmet dikin û got, heta niha tenê li cihên tên zanîn lêgerîn hatiye kirin. Çelîk, diyar kir ku têkildarî mijarê bi Qeymeqamê Bêşebabê û malbata Dîrîl re axiviye û got, roja çarşemê helîkoptereke eskerî çûye herêmê û tevî kûçikan lêkolîn kiriye.    Çelîk, anî ziman ku rayedaran diyar kiriye ku heta niha tu şop nehatiye dîtin û got, îhtimala ku her du hevjînên hev jiyana xwe ji dest dabin hindik e.    Her wiha Çelîk, da zanîn ku Dozgerê Bêşebabê jî lêpirsîn daye destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya hin kesan girtiye.    'EM NIKARIN XWE BIGIHÎNIN HERÊMÊ'    Çelîk, pirsgirêkên gihaniyê yên li herêmê rexne kir û got: "Ne tenê di zivistanê de, di şert û mercên asayî de jî xwegihandina van mirovan zehmet e. Her wiha demekê ev herêmê wekî 'herêma eskerî' hatibû îlankirin û ji ber ku gund hatibûn valakirin bi tu awayî xebatên binerdî nehatine kirin. Heger em nikaribin xwe bigihînin herêmeke ku mirov lê dijîn û em nikaribin xeber ji hev bistînin, ev mesele ye".    Çelîk, destnîşan kir ku devera ku malbata Dîrîl lê dijîn, di salên 90'î de bi hinceta "ewlehiyê" hatiye valakirin û got: "Ev mirov ji bo vegerin ser axa xwe helw dane, lê gava vegeriyane jî dîsa bi pirsgirêkan re rû bi rû mane. Heta niha ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tiştek nehatiye kirin. Diviya ji bo rihetkirina jiyana mirovan hin tişt bihatana kirin, lê mixabin ji bo mirov li vê herêmê nejîn tiştek jî nehatiye kirin. Li herêma Tûrabî ya Mêrdînê ku suryanî lê dijîn jî heman pirgsirêk hene. Li herêma Qubînê ya Êlihê ku êzidî lê dijîn heman pirsgirêk hene".    ‘DIVÊ JI BINÎ VE BÊ HELKIRIN'    Çelîk, destnîşan kir ku nexasim jî divê pirsgirêkên kesên xwedî bawerî û nasnameyên cuda bê helkirin û got: "Divê pirsgirêk ji binî ve bê helkirin. Ji bo vê jî divê şert û mercên jiyanê yên li vê dera bên guherandin. Divê bi çavê mirovan li mirovan bê nerîn û qîmet bê danîn. Ji bo vê jî xebateke dûr û dirêj li benda me ye".