5 sal in li erdê ye: Tenê xwestekek wê heye kurê xwe yê 24 sal in girtiye bibîne 2020-01-19 09:05:45   EDENE - Nezîhe Kiran, 5 sal in li erdê ye. Tenê xwestekek wê heye, ew jî kurê xwe Ramazan Kiran bibîne ku 24 sal in di girtîgehê de ye.    Li gor rapora 2019'an a Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 458 jê giran hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyên nexweş jî Ramazan Kiran e. Kiran di Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de ye.    Dayika wî Nezîhe Kiran ku 5 sal in li erdê ye û nikare rabe ser xwe, ji ber vê nikare biçe girtîgehê wî bibîne.    Ji ber vê malbata Kiran serlêdan pêk aniye ku Ramazan Kiran bînin girtîgeheke Edeneyê an jî girtîgeheke bajarekî derdora Edeneyê. Lê belê ne serlêdanên Kiran ne jî yên malbata wî nehatine qebûlkirin.    Li ser vê Ramazan Kiran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.    MAFÊ WÎ YÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN    Şahîn Kiran, anî ziman ku birayê wî 24 sal û 4 meh in di girtîgehê de ye û heta niha fitiq, ulser, reflu, hemoroîd, sînuzît, romatîzma, araknoîd lê peyda bûne û bi ser vî halî de jî mafê wî yê tenduristiyê tê astengkirin.    'BILA WÎ BIŞÎNIN GIRTÎGEHEKE EDENEYÊ AN JÎ BAJAREKÎ NÊZÎ EDENEYÊ'    Kiran, diyar kir ku serlêdanên wan û yên birayên wî yên ji bo neqilkirina girtîgeheke li Edeneyê an jî nêzî Edeneyê nehatine qebûlkirin û got, 5 sal in diya wî û birayê wî hev nedîtine.    Şahîn Kiran, destnîşan kir ku diya wî nikare biçe û xwest rayedar bihêlin ku diya wî û birayê wî hev bibînin û got, ew dixwazin birayê wî bînin girtîgeheke li Edeneyê an jî nêzî Edeneyê.    MA / Hamdûllah Kesen