ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-19 09:00:30   * Nivîskarê Kurd Kakşar Oramar bi pirtûka “Yadîgerên Komara Kurdîstan a Sala 1946’an-1”  bi xwîneran xwe re hate gel hev. Oremar, bi hevpeyvîn, lêkolîn û wêneyên di pirtûkê de Komaraya  Mahabad a Kurd ronî dike. Oremar, di lêkolînê de nîşandan dide Komaraya ku bi navê  Komara Kurd a Mahabad  tê rewa kirin şaş e û ya rast “Komara Kurdîstan e”.    *Berî ku TSK û OSO têkevin Efrînê û dagir bikin, li Sûriyeyê bajarê herî bi ewle û aram Efrîn bû. Lê piştî hêzên TSK û OSO Efrîn dagir kirin, li Efrîê koçberî, talankirin, wêrankirin, kuştin û kaosê dest pê kir. Mirov tên revandin, xezp dikin, Kurdî hat qedexekirin û tabeleyên Tirkî li saziyan daliqandin. Berhemên dîrokî dizîn û baxçeyên zextûnan talan kirin û zeytûn dizîn.    * Nezîhe Kiran, 5 sal in li erdê ye. Tenê xwestekek wê heye, ew jî kurê xwe Ramazan Kiran bibîne ku 24 sal in di girtîgehê de ye.    * Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ji 11'ê Çileyê ve winda ne. Parlementerê HDP'ê Tûma Çelîk, derbarê wan de bi rayedaran re hevdîtin çê kir û helwesta rayedaran a ji bo herêmê rexne kir.    * Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, deriyê Navenda Şêwirmendiyê ya Jina ya Amîda Jînê jî hat mohrkirin. Tabelaya navendê hat daxistin û wê kirine qehwexane.    * Endama Navenda Mafên jina ya Baroya Amedê Parêzer Muzzeyan Nergîz, ji bo pêşnûmaya qanûnî ya efûyê ya derbarê 'destavêtina' zarokan û zewicandina bi kesê 'dest avêtiye zarokan re' got, armanc sergirtina 'destavêtinê' ye.    * Partiyên Kurd, dê li Otela Demîr a li Amedê Civîna Îtîfaqên Kurdistanî di roja duyemîn de berdewam bikin. (09.00)   * Sendîkaya Pişesaziyên Metal a Tirkiyeyê (MESS), dê têkildarî peymana karê tomarî ya 130 hezar karkeran eleqeder dike li qada Trafo ya Gebzeye mitîngê li dar bixin. Di heman saetê de dê li Bûrsayê jî mîtîng li dar bixin. (11.00-15.00)   * Rêxistina HDP'e ya Stenbolê, dê bi malbatên girtiyan re li Salona Dahwetê ya Koç a li Kartalê kom bibin. (11.00)   *Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, dê ewil li ser gora xwe û piştre li pêş avahiya Agosê ya li Şişliyê bêbiranîn. (12.00/15.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Beyoglu  ya Stenbolê dê 3'emîn Kongreya xwe li dar bixin.  (12.00)    * Li gelek navendan dê ji bo bîranîna Hrant Dink daxuyanî bê dayîn. (13.00)   * Înîsiyatifa Ronak dê ji bo nivîskarên girtî li Pirtûkxaneya Lîlavê pirtûkan îmze bike. (13.00)