Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistinŞertên girtîgehê rê li pêşiya mirinê vedike 2020-01-18 16:53:59   NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Stenbol, Îzmir û Enqereyê komîsyonên girtîgehan ên ÎHD'ê û Înîsitiyafa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Endamên ÎHD'ê diyar kirin ku di sala 2019'an de herî kêm 49 girtî û di 15 rojên 2020'an de 3 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Xizmêr girtiyan û parazvanên mafên mirovan diyar kirin ku girtîgeh rê li pêşiya mirinê vedike.   Komîsyonên Girtîgehan ê Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Îzmirê û Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, li Stenbol, Îzmir û Enqere çalakî li dar xistin û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan.    STENBOL    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi boneya girtiyên nexweş serbest bên berdan, xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û di hefteya 408'an de çalakiya "Runiştina F" berdewam bikin. Xizmêr girtiyên nexweş û rêveberên ÎHD'ê carek din rastî astengiya polîsan hatin. Endamên komîsyonê yên rastî astengiya polîsan hatin vê carê çûn li ber avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Endamên komîsyonê û malbatan di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankartên li ser “Girtiyên nexweş serbest berdin" û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" rakirin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Taylan Tekîn, diyar kir ku di sala 2019'an de îhlalên li girtîgehan derketin pêş rewşa Tirkiyeyê li pêş çavan radixe. Tekîn anî ziman ku di sala 2019'an de 48 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û ji ber vê yekê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de balê dikişînin ser rewşa girtiyên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Tekîn, anî ziman ku di 15 rojên sala 2020'an de 3 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û wiha got: Girtiya 28 salan Nurcan Bakir 2 sal cezayê wê mabû. Ji ber şertên giran ên girtîgehê dawî li jiyana xwe anî.    ‘457 GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN GIRAN HENE'    Bekîn, da zanîn ku di lîsteya girtiyên nexweş de Hezar û 333 nav hene û di nava van kesan de 457 girtiyên nexweş rewşa wan giran in. Bekîn, anî ziman ku girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nikarin di şertên girtîgehê de bên dermankirin û terkî mirinê hatine kirin. Bekin, bibîr xist ku zorê li girtiyan dikin ku tevî kelepçeyêbên dermankirin û mafê wan ê tenduristiyê binpê dikin. Bekîn, herî dawî anî ziman ku girtiyên nexweş bi nexweşî, êş, birîn bêhaliyên wan re rû bi rû hiştine.    LI ÎZMÎRÊ JI BO RAMAZAN TAŞ BANG KIRIN   Xizmên girtiyên nexweş û Rêveberên ÎHD'ê ya Îzmirê jî ji bo balê bikişînin ser rewşa Ramazan Taş daxuyanî dan. Rêveberên ÎHD'ê û xizmên girtiyan dîsa li pêş Sumerbank  a Berê ya Konakê li hev kom bûn û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Rêveberê ÎHD'ê Alî Aydin, sersaxî ji malbata Nebî Îlhan (74) ê di 11'ê Çile de li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da û Nurcan Bakir a li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye jiyana xwe ji dest da xwest. Aydin, anî ziman ku bi taybetî li dijî girtiyên siyasî dijminantiyek heye."    BILA RAMAZAN TAŞ BÊ BERDAN    Aydin, bal kişand ser rewşa Ramazan Taş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê ya Îzmîrê û wiha got: “Ramazan Taş, girtiyekî nexweş ê rewşa wî giran e û divê serbest bê berdan."    ENQERE    Li Enqereyê jî Înîsiyatifa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 280’an de li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereye daxuyanî dan çapemeninê. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa Girtiyê nexweş Abdulvehap Kavak ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Endamê ÎHD'ê Zarîfe Çamala, bal kişand ser rewşa Kavak û xwest serbest bê berdan.