Li Stenbolê polîsan kesek kuştin 2020-01-18 16:33:39 STENBOL - Li Bayrampaşa, polîs û nortirvanan kesê ket xwaringehê bi çekê kuştin.  Li Cadeya Şehîd Kamil Balkan a Taxa Yildirim a navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê, welatiyê 33 salî Mîlen Stoyanov Bahchevanov ê ji Bûlgarîstanê di saetên şevê de dama ket xwaringehekê ji aliyê polîs û notirvanan ve bi çekê hat kuştin.     Li gorî îdîayan, Mîlen bi şûr ketiye xwaringehê û xwestiye kesekê rehîn bigire. Kesên di xwaringehê de, bi tirs derketine û gelek polîs û notirvan hatine cihê bûyer. Destpêkê agirkûj xwestiye bi ava şid kes bêbandor bike, lê ev hewldan bê encam maye. Polîs û notirvanan li ser vê yekê ketine xwaringehê û gule li Bahchevanov barandine. Di bûyera 20 gule tên reşandin de Bahchevanov dikeve erdê û jiyana xwe ji dest dide. Hat ragihandin ku notirvanek jî di bûyerê de birîndar bûye.    Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlekariyê, Bahchevanov di 14’ê Çile de ji Bûlgarîstanê hatiye Tirkiyeyê û dema hatiye kuştin, di çenteyê wî de Încîl, peykerê dayika Meryem û tabloya Hz. Îsa derketiye.