Li Siwêregê agahî ji 2 zarokan nayê girtin 2020-01-18 16:19:44   RIHA - Li navçeya Siwêregê 2 zarok piştî ku ji bo qarneyê xwe ji malê derketin venegeriyan malê. Ji duh agahî ji her zarokan nayê girtin.    Li navçeya Siwêregê ya Rihayê, Duh 2 zarok ji bo girtina qarneyê xwe ji malê derketin û dibistanê. Xwişk û bira Melîke Batûralp (14) û Bûnyamîn Batûralp (11) ku qarneyê xwe girtin û ji dibistanê derketin, venegeriyan mala xwe. Li ser vê yekê malbat bi derfetên xwe li zarokên xwe geriya. Lê piştî agahî ji zarokên xwe negirtin, agahî dan polisan. Di xebatên lêgerînê yên ku heta niha hatine kirin de her du zarok li cihekî ku ber bi rêya di navbera Siwêreg û Rihayê ve diçine hatine tespîtkirin.