Ciwanê 20 salî întîhar kir 2020-01-18 16:10:23 STENBOL – Li navçeya Qartalê ya Stenbolê ciwanê 20 salî dawî li jiyana xwe anî.    Li taxa Ugur Mumcu ya Kartala Stenbolê ciwanê 20 salî Ata yê paşnavê wî nehat zanîn xwe ji qatê 9'an avêt xwar û dawî li jiyana xwe anî. Piştî cîranan agahî dan polîsan, yekîneyên polîsan û ambulans hat cihê bûyerê. Malbata ku çûn ser cenaze, li ser cenaze krîz derbas kirin. Endamên malbatê ku li ser cenaze giriyan gotin "Dê her tişt baş bûbûya, te çima ev anî serê xwe" Yekîneyên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê cenazeyê Ata yê 20 salî xistin ambulansê û birin morga nexweşxaneyê.