Li Tirkiyeyê herî kêm 1736 karker bûn qurbanLi Îzmirê herî kêm 74 karker bûn qurban 2020-01-18 16:06:11 ÎZMÎR - Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) a Îzmirê rapora 2019'an a têkildarî mafê karkeran amade kirin. Meclîsê ÎSÎG'ê diyar kirin ku li Tirkiyeyê herî kêm 1736 karker û li Îzmirê jî herî kêm 74 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Endama Meclîsa ÎSÎG'ê ya Îzmirê Prz. Dîlek Guzel, diyar kir ku karker ne ku ji bo kujîn dixebitin, ji bo bixebitin dijîn.    Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) a Îzmirê rapora 2019'an a Îzmirê amadekirin. Meclîsa ÎSÎG'ê ya Îzmirê rapor li Baroya Îzmirê aşkere kirin. Endamên Meclîsê li salona Baroyê pankarta “Ne qeza ye cînayet e, dema em kar dikin em naxwazin bên kuştin" berz kirin.  Serokê Baroya Îzmirê Prz. Ozkan Yucel, Serokê Partiya Kedê ya Îzmirê Emine Uyar û gelek kesên din tev li civînê bûn. Li ser navê Meclîsa ÎSÎG'ê ya Îzmirê Prz. Dîlek Guzel axivî û wiha got: “Bi hincetên krîza aborî heye, xebata bê ewle, bê qûral pêş dixin. Şert û mercên karkeran bêtir xera dikin. Keda mirovan bê qîmet dikin. li gorî salek berê 300 hezar karker tev li karkerên bê sîgorta bûne. Her ku diçe sînorê xizanî û betaliyê zêde dibe. Bi sedan karker dibin qurbana cînayetên kar. Di van şertan de ne ji bo karker bijîn dixebitin, ji bo bixebitin dijîn. Di sala 2019'an de li Tirkiyeyê herî kêm 1736 karker bûn qurban. Li Îzmirê jî herî kêm 74 karker bûn qurbana kar. Ji 74 karkeran 2 jê jin, 72 mêr bûn. Di nava wan de 2 karker zarok û 5 karker jî penaber bûn."