Demîrtaş ji bo Hrant Dînk name nivîsand 2020-01-18 15:48:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Selahattîn Demîrtaş, bi munasebata salvegera kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk nameyeke ku xîtabî Dînk dike, nivîsand.    Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi munasebata salvegera qetilkirina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ku 13 sal berê di 19'ê Çileya 2007'an de li Stenbolê ji aliyê tetêkkêş Ogun Samast ve hatibû kuştin, nameyek nivîsand û di nameyê de xîtabî Dînk dike. Demîrtaş, di nameyê de qala polîtîkayên ku li welatên meşandin dike û dibêje ku ji rojhilat heta rojava herkes dest bide hev û têkoşînê mezin bike, wê hert tişt baştir bibe.    Demîrtaş, nameya xwe bi çaryekeke straneke Herêma Xarpêtê bi dawî dike û Hrant Dîn bi rêzdarî bi bîr tîne.