'Ocalan, bîrdoziya rizgariyê ya jinê dike' 2017-12-12 09:18:28 STENBOL - Parêzer Asya Ulker ku cara ewil di sala 2001'ê de bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re hevdîtin kir wiha got: "Di hevdîtinan de Ocalan azadiya jinê û bîrdoziya rizgariyê ya jinê vedigot. Hevdîtin ji bo Jîneolojiyê bûn bingeh."  Parêzer Asya Ulker ku cara ewil di 2001'ê de bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re hevdîtin kiribû, diyar kir ku divê tenê ne kurd her kes ji bo dawî li binpêkirina mafan bê li hemberî tecrîdê derkevin.    ‘EM JI OCALAN HÎN BÛN, ME HÊZ GIRT'    Ulker, diyar kir ku 15'ê Sibata 1999'an anîna Tirkiyeyê ya Ocalan tesîrek lê kiriye û ji ber vê wî biryar daye ku bibe parêzer û wê hevdîtina ewil ji bîr nekiriye. Ulker wiha got: "Dema min Birêz Ocalan li girtîgehê dît, dîtina wî tesîrek zêde li min kir. Wek xizmek min girtî be hestiyar bûbûm. Paşê her ku ez çûm û hatim me ev atmosfer çû û me tim hêz ji wî wergirt û nêrîna me guherî."    ‘BI RÊZGIRÎ EM PÊŞWAZÎ KIRIN'    Ulker, diyar kir ku di çûn û hatina wan a Îmraliyê de ew bi zor û zehmetiyan re rû bi rû man, lê belê dema wan bi Ocalan re hevdîtin çê kir wan hemû zor û zehmetî ji bîr kirine. Ulker wiha got: "Dema em ji bo hevdîtinê çûn, Ocalan li ser piyan em pêşwazî kirin. Digot 'Hûn bi xêr hatin.' Jixwe di hevdîtina min a ewil de, ev yek tesîr li min kiribû. Bi rêzgirî, kubarî em pêşwazî dikirin."    Ulker bi van gotinan behsa hevdîtina xwe ya ewil a bi Ocalan re kir: "Di dema hevnasînê de edetê Birêz Ocalan e; ewil li navê we û paşnavê we, bajarê we û buroya hûn girêdayî wê ne dipirse. Min bersiva van pirsan dabû. Lê zaf bi heycan bûm. Ji heycana nayê bîra min, min çi bersiv dabûn. Paşê hevalan got Birêz Ocalan navê te ecibandiye. Min di çapemeniyê de ew dîtibû, lê dema meriv bi awayekî rû bi rû bibîne tiştekî zaf cuda ye. Ji wî halê xwe yê di çapemniyê de germtir e, rêzê nîşanî mirovan dide û bi awayekî wek hev nêzî mirovan dibe. Bi her awayî tesîr li min kir. Jixwe ne mirovekî ji rêzê ye. Hûn bi kesekî ku gelê kurd jê re dibê Rêber re hevdîtinê çê dikin. Tu bikî nekî tesîrê li mirovan dike."    ‘TIM BEHSA DÎROKA JINAN DIKIR'    Ulker dest nîşan kir ku bîra Ocalan bîreke zaf hêzdar bû û dema di nav parêzerên ku ji bo hevdîtinê diçûn de jin hebûnan mijara jinê dikir rojev û der barê jinan de diaxivî. Ulker, got ku di warê jinan de lêhûrbûneke taybet a Ocalan heye û ev tişt gotin: "Di hevdîtinan de azadiya jinê û bîrdoziya rizgariya jinê vedigot. Azadiya jinê, rizgariya jinê zaf esas digirt. Li gor min bingeha bîrdoziya wî jî azadiya jinê ye. Di hevdîtinan de tim behsa dîroka jinê, roja jinê dikir, hevalên jin jî rexne dikir. Ji me dipirsî ka der barê mijara jinan de em xwedî agahî ne yan na? Dipirsî, digot ji bilî ferzkirinên jinan divê kincên jinan çi bin. Ev yek bala min kişandibû." Ulker, dest nîşan kir ku Birêz Ocalan tim li ser temsîliyeta wekhev disekinî û diaxivî û ev tişt gotin: "Çi hilbijartinên parlementeriyê çi jî yên şaredariyê bin li ser kotaya jinê disekinî. Digot azadiya jinê bi rêxistinbûyîn û bi her awayî xwehzêdarkirinê pêkan e. Mînak didan. Digot divê tîmeke sporê hebe. Digot divê akademîya jinê hebe. Ev hevdîtin bûn bingeha Jîneolojiyê. Ya herî girîng jî bingeha bîrdoziya xwe li ser azadiya jinê ava dike." Her wiha Ulker diyar kir ku di hevdîtinan de carinan Birêz Ocalan hêrs dibû û dema di hevdîtinê de hevalên jin hebûnan li hevalên mêr dinerî û hêrs dibû. Ulker got ku dema Ocalan hêrs dibû li hevalên mêr dinerî hêrs dibû û dema hêrs dibû qet li wan nedinerî. Ulker got ku Ocalan rêze nîşanî jinan dida û hîn bêtir hay ji ziman hebû.    Ulker dest nîşan kir ku ji sala 2011'an ve ew nikarin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê çê bikin. Ulker diyar kir ku bi hatina îktîdara AKP'ê re tecrîda li ser Birêz Ocalan dest pê kir.    Ulker got ku tecrîd bi awayekî kêvî û bê pîvan didome û ev tişt gotin: "Li gor qanûnên Komara Tirkiyeyê mafê qanûnî yê her girtî û hikumxwarî heye. Mafê girtiyan heye ku bi parêzer, malbatên xwe re hevdîtinê çê bikin û bi riya telefonê pêwendiyê deynin. Ji ber ku mirov in ev mafên wan hene. Lê belê ev nayên sepandin. Mebesta herî girîng a ji tecrîdê, Ocalan, civaka kurd, dostên wî û raya giştî ya Tirkiyeyê bitengijînin."   ‘HEKE TECRÎD BÊ RAKIRIN WÊ NÊVENG NERM BIBE'    Ulker dest nîşan kir ku heke tecrîd rabe wê nêveng nerm û demokratîk bibe û wiha got: "Helbet wê rê li ber çareseriya pirsgirêka kurd vebibe. Wê ev jî civakê rihet bike. Heke tecrîd bê rakirin wê aborî jî rihet bibe. Mekanîka darbeyê, KHK, OHAL, binpêkirinên mafan... Ev hemû girêdayî tecrîdê ne. Heke em dixwazin Tirkiye normal bibe, nexwe divê tecrîd rabe. Çimkî ev binpêkirinên mafan hemû bi tecrîdê dest pê kirin."     MA / Sadiye Eser