Dînk û rojnamegerên di çile de hatin kuştin hatin bibîranîn 2020-01-18 14:20:48   MÊRSÎN –  Platforma Ked û Demokrasîyê ya Mêrsînê Rojnameger Hrant Dink û rojnamegerên di meha çile de hatin kuştin hatin bibîr anîn.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê Rojnameger û Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ê di 19'ê Çileya 2007'an de hat kuştin û rojnagerên di meha çile de hatin kuştin Metin Goktepe û Ugur Mumcu bibîr anîn. Endamên Platformê li Parka Zarokên Azad kom bûn û li vir daxuyanî dan. Endamên Platformê li vir pankarta "Kedkarên çapemeniya azad nayên bêdengkirin" hilgirtin û daxuyanî dan. Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê Yilmaz Bozkurt, daxuyanî da û diyar kir ku rojnamgerên li pey rastiyê ne û civakê ronî dikin dibin hedef. Bozkurt, anî ziman ku mixabin 3 rojnagerên bi qîmet ê welat windakirin û wiha got: "Me di meha Rojnamegerên Xebatkar ên Cîhanê de rojnameger, rewşenbir û kesên demokrat hatin kuştin. Bûn qurbanê cînayetan. Ji bo kujerên van rojnamegeran bên dîtin divê Tirkiye azad û demokratîk be. "    HATAY    Li Hatayê jî Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderunê ya Hatayê bi heman armancê daxuyanî da. ÎHD'ê daxuyaniya nivîskî da û xwest Tirkiye bi rastiya xwe re bê rûqalî hev.