Li dijî aşxaneya endezyarên tirk êrîşa bombeyî pêk hat 2020-01-18 14:14:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Reûtersê, ragihand ku li paytexta Somalî Mogadîşûyê nêzî aşxaneyeke ku endezyarên tirk lê bûne, bi wesayîtekê êrîşêke bombeyê pêk hatiye û 3 jê tirk 11 kes birîndar bûn    Li paytexta Somalî Mogadîşûyê li dijî aşxaneyekê êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de endazyarên tirk ku di şîrketeke înşaatê de dixebitîn û polisên Somaliyê hedef hatin girtin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Reûtersê derbas kiriye, wesayîteke bombebarkirî ketiye qada aşxaneya ku endazyarên tirk û polisên Somaliyê lê bûne. Di êrîşa ku pêk hatiye de 3 jê tirk 11 kes birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku hin kesên birîndar bûne rewşa wan giran e.