Doz li nûçeya 'Aşitî ji vê kaniyê naherike' vekirin 2020-01-18 13:51:10 STENBOL - Ji ber nûçeya  'Aşitî ji vê kaniyê naherike' bi hinceta "propagandaya rêxistinê" doz li Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Aydin Keser hat vekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, ji ber nûçeya  'Aşitî ji vê kaniyê naherike' bi hinceta "propagandaya rêxistinê" doz li Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Aydin Keser vekir. Dozgeriyê angaştnameya ku têkildarî dozê amade kiribû, 22'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê re şand. Dadgehê jî angaştnameyê qebûl kir. Di angaştnameyê de nûçeya  'Aşitî ji vê kaniyê naherike' ku di rojnameyê de hatiye weşandin, bûye mijara sûc.    Di angaştnameyê de nûçeya "TSK bi OSO'yê re li dijî Bakurê Sûriyeyê dest bi operasyonê kir, HDK, KCD û HDP'ê bertek nîşan da: AŞITÎ JI VÊ KANIYÊ NAHERIKE" û " ku rojnameyê di 10'ê Cotmeha 2019'an de derxistiye manşetê û nûçeya bi ser navê 'Aşitî ji vê kaniyê naherike' ku di rûpelê yekemîn de hatiye weşandin, weke sûc hatiye hesibandin. Hinceta vê sûcdariyê jî bi van gotinan, 'Li dijî Tevgera Kaniya Aştiyê ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve hatiye destpêkirin, propagandaya reş hatiye kirin û hatiye nîşandan ku operasyon bi kêfî, ji bo ku sivîl xesar bibînin, hatiye destpêkirin û meşrûyeta wê tuneye û bi vê yekê aştî qirêj bibe, jin bên tecawizkirin û jin, zarok û sivîl bên kuştin.' di angaştnameyê de cih girtiye.   Dozgeriyê, angaşt kiriye ku rojname bi van nûçeyan "progandaya rêxistinê" kiriye. Bin qebûlkirina angaştnameyê re dê Midurê Karên Nivîsan ê rojnameyê Aydin Keser di 7'ê Sibatê de li 22'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadger.