Dê Hrant Dînk li cihê hat qetilkirin bê bibîranîn 2020-01-18 12:24:54   STENBOL - Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di salvegera qetilkirina xwe de li cihê ku lê hatibû qetilkirin, bê bibîranîn.    Bi ser kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ku di 19'ê Çileya 2007'an de ji aliyê tetikkêş Ogun Samast ve hatibû kuştin re 13 sal derbas bûn. Weke her sal dê îsal jî di 19'ê Çileyê de li cihê ku le hatibû qetilkirin bê bibîranîn. Ji bo bîranînê merasîmek bê lidarxistin û gotina bîranînê ya îsal "Ji bo şermkirinê ne dereng e". Weqfa Mezopotamyayê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û banga tevlîbûna bîranînê kir.