Hêzên Ked û Demokrasiyê: Li Dersîmê polîtîkaya şerê taybet heye 2020-01-18 11:40:52 DERSÎM - Nûnerên Hêza Ked û Demokrasiyê ya Dersîmê diyar kirin ku li Dersimê polîtîkaya şerê taybet dixin meriyetê û wiha gotin: “Li Dersime tişta ku di 38’an de bi serê me de hat; li dijî jin û zarokan tacîz û tecawiz û polîtîkayên bêmirovhiştinê didomin."  Li Dersîmê di 5'ê çile de xwendekara Zanîngehê Munzurê Gulistan Doku di 5'ê Çile de hat windakirin û hêj agahî jê nayên sdendin. Li aliyê din li navçeya Periyê û navenda Dersîmê zarok rastî tacîz û tecawizê hatin. Ev bû sedema niqaş û bertekên zêde. Xwendekarên Zanîngeha Munzurê yên agahiyê ji Doku nagirin, xwestin çalakiyê bikin. Lê Walitiya Dersimê li dijî bertekan bi hinceta “Aramiya bajar xera dikin" hemû çalakî û daxuyaniyên li kolanan û derve qedexe kirin. Nûnerên Hêza Ked û Demokrasiyê ya Dersimê bertek nîşanî daxuyaniya walîtiyê dan û anîn ziman ku yê ruhê bajar xera dike polîtîkayên şerê taybet e.    ‘ŞERÊ TAYBET E'    Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Nurşat Yeşîl, anî ziman ku li Dersimê tenê bûyerên Gulistan Doku û Periyê nînin û wiha got: "6 mehin li bajar û navçeyê hin bûyer hene. Li dijî zarok û jinan bûyerên tacîz û tecawizê hene. Dixwazin ciwanan bi ciwanan bi tiryak û fihûşê têxin feqê. Li aliyekî şerê çekdarî, li aliyê din polîtîkayên şerê taybet heye. Beşek faîlan esker û polîs in. Ev ne tesadifî ye."    Endamê Federasyona Meclîsa Sosyalist (SMF) Hidir Yagmaz jî anî ziman ku bi taybetî bûyerên tacîz û tecawizê ji aliyê kesên nêzî polîs, eskeran ve pêş dikevin û wiha got: "Ev kes bi dewletê re di nava hevkariyê de ne. Ji aliyê esker û polîsan ve tên parastin. Dixwazin cilviriyê zêde bikin. Waliyê Dersimê, polîs û esker daxuyaniyên li dijî van bûyeran wekî "Teror" pênase dike. Tişta aramiyê xera dike windakirina mirovan û tacîz û tecawiz e.    EV BAJAR LI GORÎ XWESERIYA JINÊ YE   Endama ESP'ê Dîlar Aras, jî anî ziman ku Dersîm rastî rewşê ku qet rastî wê nehatine hatiye û wiha got: "Dixwazin qalibê xwe li gelê Dersimê bikin. Dersîm di aliyê bîrdozî, bawerî û çandî de cihekî pir taybet û cûda ye. Ev bajar li gorî xweseriya jinê ye. Jinên kedkar bi keda xwe dijîn û azadiya aboriya xwe bi dest dixin. Niha pergal zextan li ser jinan dikin û dixwazin vê jiyanê belav bikin."    ‘DIXWAZIN BAJAR BÊ MIROV BIHÊLIN'   Hevserokê Partiya Kedê yê Dersîmê Ergin Tekîn jî anî ziman ku ji ber rewşa OHAL’ê li herêmê tê dirêjkirin şer her ku diçe kûr dibe û wiha got: "Li Dersimê komkujî pêk hat. Di komkujiyê de gelek mirov hatin koçkirin. Xwetin bi zorê bikin tirk. Xwestin bi zorê bikin misilman. Dixwazin nasnameya gelê Dersimê biguherînin û gel asîmîle bikin. Dixwazin bê mirov bihêlin. "    GELÊ DERSÎMÊ BI BERTEK IN   Tekîn anî ziman ku di salên 1937-1938’an de komkujî pêk hat û di komkujiyê de jin û zarok rastî tacîz û tecawizê hatin û wiha got: “Niha dişibe 38’an. Bi tundiya li ser jin û zarokan dixwazin Dersimê bê mirov bihêlin.    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dersîmê (ÎHD) Gurbuz Solmaz jî anî ziman ku tacîz û tecawiza li Perî û Pilûrê û dîsa windakirina Gulistan Doku bi hevve girêdayî ye û bi vê yekê armanc dikin ku civakê tune bikin.    MA / Ayşe Surme - Semra Turan