‘Xebata Yekîtiya Neteweyî' dest pê kir 2020-01-18 11:14:47 AMED - Xebata Tifaqa Kurdistaniyan" ya ku nexşeya Yekîtiya Neteweya Kurd diyar bikin dest pê kir. Xebatê bi daxuyaniya hevpar dest pê kir. Di daxuyaniyê de gotin “An em ê îtîfaqa yekîtiya neteweyî bi ser bixin an em ê bi ser bixin. Rêyek din tune ye."  Xebata Tifaqa Kurdistaniyan ku bi tevlêbûna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û 8 partiyên Kurd kom bûn dest pê kir. Xebat dê 2 rojan berdewam bike û di niqaşan de Nexşeya Yekîtiya Neteweya Kurd diyar bikin. Di civîna xebatê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevserokên Giştî yên  DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Nûnerê DDKD, PÎA, KKP, PDK-Bakur, PDK-T, Partiya Azadî û Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî amade bûn.    Komxebatê di pêşkeşiya Ayşe Gokhan, Murat Bozdemir û Naîm Sabrîoglu dest pê kir. Xebatê bi daxuyaniya hevpar dest pê kir. Daxuyanî bi sê zimanan hat xwendin. Bi zaravayê Zazakî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz, bi kurmancî Serokê Giştî yê KKP'ê Sinan Çîftyurek, bi tirkî jî Endamê meclisa PDK-T Ozan Kardaş  xwend.    Daxuyaniya hevpar a xebatê wiha ye:    "Rêzdarên Nûnerên partî û saziyan,   Jin, ciwan, rewşenbîr, rûsipî û hemû xebatkarên çapemeniyê hûn bi xêr hatin... Em we hemûyan li ser navê Xebata Tifaqa Kurdistanî ji dil û can bi rêzdarî slav dikin. Ji bo Komxebata me bi serkeftî bi encam bibe, em di wê baweriyê de ne ku hûn dê bi awayekî nivîskî û devkî piştrgiriyê bidin me û xebata me hêj dewlemendtir bikin. Ji niha de em serkeftinê dixwazin.   Beşdarên Rêzdar;  Geşedanên li Lîbya û pirsgirêkên ku di navbera Îran û Amerîkayê de hatin jiyîn, mixabin li asoyê de dide xwiyakirin ku dê şerê li herêmê zû bi zû neqede. Di navenda şerê ku 30 sale tê jiyîn de erdnîgariya Kurdistanê heye. Dema ku mirov di salên dirêj de li bûyer û di seradoka pêvajoyê de dinihêre, dibîne ku hemû geşedan bandora xwe di warê leh û aleyhê deskeftî û siyaseta Kurdan de dike. Di nava hesabê mezin ê li ser herêmê ku di navbera hêzên Kurevî û herêmî pêk tê de; dibe ku gelê me û siyaseta wê di navberê de bimîne û bieciqe. Nemaze dibe ku deskeftiyên xwe hê mezintir jî bike. Yanî di serî de ji bo parastina deskeftiyên Herêma Federal a Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakûr Rojavayê Sûrî,  Welatê xwe û ji bo parastina deskeftiyên di warê têkoşîna azadiya Netewî de hatine bidestxistin bên mezinkirin û mayînde kirin pêdivî teqez bi avakirina tifaqa Netewî heye. Tifaqa Netewî; ji bo rawestandina êrîşên bênavber ên bêhiqûqî ku li dijî siyaseta rewa, demokratîk û sivîl  ku li Bakûrê Kurdistanê pêk tê û tayînkirina qeyûman a li şûna Şaredariyên ku ji hêla gel ve hatine hilbijartin jiyanî ye.    Tifaqa Netewî; ji bo têkoşîna gelê me ya ku bi zor û zehmetiyan hatiye dayîn û di nav raya giştî ya cîhanê de tê hezkirin û sempatiyek mezin girtiye mifteye! Tifaqa Netewî; Ji bo bangawaziya ‘Êdî Bes e, Roj Roja Yekîtiya Netewî ye’ ya gel ê me, Seydayên me, Rewşenbîr û Jinên me bersiva herî bi watedar e!    Di nava vê atmosfera diyarde, pêvajo û bangawaziyê de;  Ji bo Tifaqa Netewî roj, roja gav bi gav biçûk kirina cûdahiyên xwe û mezinkirina hevparbûna ne. Roj roja, pêşî avakirina Tifaqa Netewî ya li Bakûr û paşê jî ji bo mezinkirina Kongreya Netewî ye! Roj roja şikenandina bûzên cemidandinê yên di navbera me û hilweşandina dîwarên şerê cemedê ye! Roj ne roja aliqandina paşerojê hedefgirtina pêşerojê ye. Roj roja; bi tevahî hêzên xwe meşa polîtîk a bihev re û paşê di rêya ku tê meşandin de pêkanîna peyvira rexnekirinê ye. Em dibêjin haydê! Em dê Tifaqa Netewî bi serxin an em dê bi serxin! Bijarteyek me ya din tune ye! Ji ber vê yekî em dê lez nekin. Em dê bihev re pêşî plan bikin û paşê bi hev re û ya girîng jî em dê bi gel ê xwe re vî karî baş bikin! Em dibêjin haydê! Pêşî em li Kurdistanê bi berfirehiya herî mezin tifaqa Netewî ya Demokratîk ava bikin û paşê, li Tirkiye bi hêzên demokratîk, bi berfirehiya herî mezin yekîtiya hêzan armanc bikin.! Bi Tifaqa Netewî Em dê Biserkevin!  Pêşeroj Ya Gel ê me, Ya Me Ye!   Xebata Tifaqa Kurdistaniyan"