Ji bo alîkariya zarokan serî li weqfê da, lê sîxurtî lê ferz kirin 2020-01-18 09:16:12 EDENE - Dayika 2 zarokan Fîlîz Zeyrek ji bo alîkariya zarokan wergire serî ki Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakiyî ya Seyhanê dide. Piştî vê Navenda Polîsan a Şakîrpaşayê gazî wê dikin. Kesên xwe wekî "îstixbaratvan" didin naskirin bi beramberiya xanî û pereyan sîxurtiyê teklîfî Zeyrekê dikin.  Li navçeya Seyhan a Edeneyê, dayika 2 zarokan nûçegihana Jinnewsê Fîlîz Zeyrek ji bo alîkariya zarokan wergire serî li Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakiyî ya Seyhanê dide. Piştî serlêdanê kesên xwe wekî "îstixbaratvan" didin naskirin sîxurtiyê lê ferz dikin.    Zeyrek, diyar kir ku piştî serî li weqfê dide di 14'ê Çileyê de telefonî wê kirine û jê re gotine, "Te serî li Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakiyî daye. Ji ber vê divê tu bêyî Navenda Polîsan a Şakîrpaşayê îmzeyê bidî". Zeyrek, anî ziman ku ew jî çûye Navenda Polîsan a Şakîrpaşayê, lê belê li vira leqayî du kesên xwe wekî "îstixbaratvan" dane naskirin hatiye.    Zeyrek, anî ziman ku ev kes jê re gotine:    “Te ji bo alîkariya zarokan serî li Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakiyî ya Navçeyê daye. Me gazî te kir, me xwest em te nas bikin. Bi qasî em dizanin te û hevjînê xwe dev ji hev berdaye. Du zarokên te hene û rewşa te ya aborî nebaş e. Ji xwe te ji bo vê serlêdan kiriye. Em jî dixwazin aliyê te û zarokên te bikin. Wê pêşeroja te û zarokên te pir baş be. Em soz didin. Xaniyê te tuneye. Çi li nav bajêr çi jî derî bajêr em ê xaniyekî ji te re bikirin. Em ê di warê perwerdehiya zarokên te de alîkariyê bikin.    Tu jî baş dizanî dawiya vê dozê tuneye. Hin jê pereyan dixwin û li semtên dewlemendan dijîn. Ên wekî te jî li taxên feqîran dijîn. Tu kesekî bijartiyî, em navbeynkar in. Ji me re gotin 'wehdan bidin ber Filîzê'. Ji bo vê em li vira ne. Em baş dizanin tu yê li cem dewleta xwe û welatê xwe bî.    Heger tu pêşniyaza me qebûl bikî em ê alîkariya te û zarokên te bikin. Ji xwe re biaqil be. Têkoşîna hûn dikin pûç e. Gava tu hatî girtin kî li zarokên te mêze kir? Heger tu li cem me bî, wê deriyên fermî hemû ji bo te vekirîbin. Were ji xwe re biaqil be û guh bide me. Niha mejiyê te telvlihev e. Tu ne mecbûrî niha bersiva me bidî. Em ê dîsa biaxivin. Qethiyen, em naxwazin tu ji çapemeniyê û saziyeke din re bêjî".    'EZ Ê SERÎ NETEWÎNIM'    Zeyrek, diyar kir ku kesên ev tişt jê re gotinê wê kêliyê ometek pere danîne ser maseyê û gotine, 'Ev jî diyariya me ye, bide zarokên xwe. Rahêle û ji bo wan xerc bike'.    Zeyrek, anî ziman ku wê ev pêşniyaz red kiriye û ji navenda polîsan derketiye û got, heman kes di 16'ê Çileyê de dîsa lê geriyane û xwestine wê bibînin lê belê wê qebûl nekiriye.    Zeyrek, got: "Di ser mexdûriyeta min û zarokên min re bi ser min de tên. Qethiyen tiştekî wiha nayê qebûlkirin. Em rojnamevan in. Ji xeynî vê tu karê me tuneye. Di ser Weqafa Alîkarî û Piştevaniyê de xwe gihandine min. Ev yek jî rewşa saziyên dewletê nîşan dide. Niha bê jinên serî li van saziyan didin bi çi re rû bi rû dimînin. Ez ê serî netewînin. Karê min pîroz e û ez ê dev ji karê xwe yê rojnamevaniyê bernedim".    Zeyrek, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da û li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê giliyê kesên ku sîxurtî lê ferz kirine kir.    MA / Hamdûllah Kesen