Heta kêliya dawî jî çapemeniya azad parast 2020-01-18 09:15:51 WAN - Di ser kuştina belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar re 27 sal derbas bûn. Birayê wî Eşref Karaagar, got: "Orhan, xwedî li çapemeniya azad û li rojnameyê derdiket. Di nefesa xwe ya dawî de jî ev yek nîşan da".  Orhan Karaagar ku dema li Wanê rojnameya Ozgur Gundemê belav dikir, di 19'ê Çileya 1993'yan de hatibû kuştin. Di ser mirina Karaagar re 27 sal derbas bûn. Gava diçû mala xwe, hin kesên sivîl û çekdar wî dibin înşeatek li ser Kolana 2'yê Nîsanê û wî dikujin. Hîn jî kiryarên Karaagar nehatine darizandin.    'ŞOREŞEGEREKÎ BAŞ BÛ'    Birayê wî Eşref Karaagar, behsa birayê xwe kir. Karaagar, diyar kir ku beriya her tiştî Orhan mirovekî baş û şoreşgerekî baş bû û got: "Şoreş, tiştên sereke ên ji bo jiyaneke mirovane bivênevêyên wî bûn û ev hemû di jiyana wî de hebûn".    Karaagar, da zanîn ku di dema darbeya 1980'yî de Orhan hatiye girtin û 2 sal û nîvan di girtîgehê de maye û got: "Piştî ji girtîgehê derket dîsa têkoşîna xwe domand. Lê belê vê carê şert ne şertên berê bûn. Şert pir giran bûn. Têkoşîna ku ew jî di nav de bû mezin bû, bedêlên giran hatin dayîn. Paşê di rojnameyê de cih girt. Ev rewş tenê ne ji bo Orhan ji bo xebatkaran hemûyan wiha bû. Wê çaxê me ji bo kesên di rojnameyê de dixebitîn digot 'wê kî çi qasî bijî'. Li seranserê herêmê cinayetên kiryar nediyar dest pê kiribûn. Helbet fikarên me hemûyan hebûn, lê herî zêde jî diya min û hevjîna birayê min Orhan bifikar bûn. Êdî jiyana Orhan hemû bûbû rojname û wekî hevalên xwe yên din zanibû wê bê kuştin lê dîsa jî dixebitî".    HEVDÎTINA DAWΠ   Karaagar, diyar kir ku berî ku birayê wî bê kuştin bi çend deqeyan hev dîtine û got: "Danê êvarî bû ez ji kar vedigeriyam û diçûm çarşiyê. Ji ber ku zivistan bû tarî zû diket erdê. Ez û Orhan di rê de leqayî hev hatin. Di destê wî de kîsikek, nan tê de hebû. Min jê pirsî wê biçe ku. Got, ew ê biçe malê û xwest ez jî pê re biçim. Lê gava min got karê min heye bi tena serê xwe çû. Ez wê kêliyê qet ji bîr nakim. Orhan, beriya wê bi çend rojan hatibû binçavkirin û ji bo dev ji rojnameyê berde gef lê hatibûn xwarin. Çend saet şûnde gava ez hatim malê diya min ji min pirsî, 'Orhan li ku ye?' Wê kêliyê tiştek niqutî dilê min. Saet 19.00 bû. Wê kêliyê derî vebû. Polîs bûn. Ji min re gotin bi me re were qereqolê. Min birin ser cenazeyê Orhan. Kesên kûr peywira xwe bi cih anîbûn û Orhan bûbû qurbanê cinayeteke kiryar nediyar".    HÎN JÎ KES NEHATIYE DARIZANDIN    Karaagar, diyar kir ku piştî Orhan hatiye kuştin serlêdan pêk anîne, lê belê serlêdanên wan hemû bê encam mane û got: "Piştî çend salan îtirafkar Mûrat Îpek û Mûrat Demîr di kovarekê de behsa wê bûyerê kirin. Gotibûn, diviya koma wan ev tişt bikirana lê belê koma Kadîr Karataş kiriye. Piştî vê me got ji xwe wê dewlet tiştekî bike, lê belê tiştek jî nekir. Kes nehat darizandin. Hîn jî tiştek jê derneketiye".    Karaagar, got: "Ji bo Orhan perçeya herî mezin a jiyanê û şoreşê domandina kevneşopiya Apê Mûsa bû. Ji bo Orhan ev qad qada herî girîng a têkoşînê bû. Ev pêşbaziyeke beyreqî bû û Orhan bi zanebûnî û ji dil dikir. Orhan, xwedî li çapemeniya azad û li rojnameyê derdiket. Di nefesa xwe ya dawî de jî ev yek nîşan da".    MA / Adnan Bîlen