ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-18 09:00:11 * Beşdarên Tora Ziman û Çanda Kurdî, komxebata torê nirxandin. Ji beşdaran Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin, diyar kir ku xebata tê kirin xebateke girîng e û got, li ser civakê qirkirineke pir mezin heye û nexasim jî piştî qeyûm hatine projeyên wan ên duzimanî hatine betalkirin, lê belê niha dîsa dest bi xebatên xwe yên duzimanî kirine.  * Di ser kuştina belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar re 27 sal derbas bûn. Birayê wî Eşref Karaagar, got: "Orhan, xwedî li çapemeniya azad û li rojnameyê derdiket. Di nefesa xwe ya dawî de jî ev yek nîşan da".    * Dayika 2 zarokan Fîlîz Zeyrek ji bo alîkariya zarokan wergire serî ki Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakiyî ya Seyhanê dide. Piştî vê Navenda Polîsan a Şakîrpaşayê gazî wê dikin. Kesên xwe wekî "îstixbaratvan" didin naskirin bi beramberiya xanî û pereyan sîxurtiyê teklîfî Zeyrekê dikin.    * Insiyatîfa Ronakê, wê ji bo nivîskarên girtî roja destnîşankirina pirtûkan li dar bixe.    * Civîna Xebatên Îtîfaqa kurdistanî dê li Amedê îro dest pê bike û du rojan bidome. (09.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê, dê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan 3’emîn Konferansa Jinan li dar bixin. (10.00)   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 773'emîn de li Qada Galatasarayê kom bibin û çîroka Abdullah Canan ê li Colemêrgê hat kuştin vebêjin. (12.00)   * Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan dê li Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtn û kujer bên darizandin çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Tîpa F dê çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30