Rêxistinên Tenduristiyê: Heke tundî bi dawî nebe, em ê rojekê dest ji kar berdin 2020-01-17 14:55:00   AMED - Rêxistinên tenduristiyê, diyar kirin ku ger ji bo qedandina tundiyê gavên berbiçav û şênber neyin avêtin ewê tekoşîna xwe bidomîn in û di 17'ê Nîsanê "Roja Pêşîlêgirtina Tundiya Tenduristîyê" de rojekî çalakiya berdana kar, li dar bixin.   Odeya Bijîşkên Amedê (DTO), Şaxa SES’ê ya Amedê, Odeya Hekîmên Dirana ya Amedê û Komeleya Pisporên Xebatên Civakî ya Amedê (SHU-DER) bi boneya balê bikişîn in ser pirsgirêkên xizmeta tenduristiyê, li avahiya DTO’yê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamê Konseya Navêndî yê Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya û nunerên rêxistinên tenduristiyê beşdar bûn. Daxuyaniya kurdî ji aliyê Endamê Konseya Navêndî yê TTB’ê Halîs Yerlîkaya ve û ya tirkî jî ji aliyê Serokê DTO’yê Mehmet Şerîf Demîr ve hatin xwendin. Daxuyanî bi ser nava “Berî pergala tenduristiyê were xurt kirin, pergala sewqê bê amade kirin, di serwîsa lezgîn de tenê nexweşên lezgîn bê muayene kirin û tundiya li qada tenduristiyê de bê rawestandin” dest pê kir.   ‘TUNDÎ TÊ XWEDÎ KIRIN’   Halîs Yerlîkaya diyar kir ku di her qada tenduristiyê de tundî heye û wiha got: “Demsaleke wisa ye ku ev tundî tê xwedî kirin. Zemîna rêveberên welêt û tenduristîyê pir sist û dilzîze û li hemberî tundîya li qada tenduristîyê de tu gav nayên avêtin. Bi alîyê rêvebiran ve di sêrî de meyla tundîyê a qada tenduristîyê de dihatin înkar kirin û pişt re jî bijîşk û xebatkarên tendûristîyê hatin tawanbar kirin. Lê dema bijîşk û xebatkarên tenduristîyê hatin birîndar kirin, kuştin û her roj hatin tacîz kirin jî dest bi eglekirinê kirin. Piştî mirîyên me hêsrên bizinmişkan barandin. Ji bo kû riyan winda nekin pişta gelek kesan bi niheqî mistdan. Di vê sîstema çewt de welatekî 80 mîlyonî de 120 mîlyon kes diçin servîsên lezgîn û ji ber kû hêvîyên wan an jî yên xizmên wan nayên pêşewazî kirin nexweşxanan dixin qada şer û xebatkaran qetil dikin. Divê gavên wisa bên avêtin kû êdî tu kes ne navendên tenduristîya malbatan û ne jî tu cîhen tenduristîyê de nikaribe tundîyê pêk bîne.”   ‘DI WELATÊN PÊŞKETÎ TENDURISTÎ JI TIRKIYÊ ERZANTIR E’   Yerlîkaya, da zanîn ku di welatên pêşketî de pirê peywîrên tenduristiyê ya yekemîn ji Tirkiyê erzantir û hejatir tê pêşwazîkirin û wiha berdewam kir: “Lê mixabîn ev peywir di welatê me de wekî her caran qurbanî nêzikatîyên populîst dibin. Sîstema bijîşktîya malbatê ve dibe ku hinkî dahatên bijîşkan zêde bibe lê temîna kar û dahatîyan ji holê radibe û berpirsîyarîya peywirên yekemîn a tenduristîyê dikeve stuyê bijîşkan. Şert û mercên navendên tenduristîyê a malbatan nehate sererast kirin. Xebatkarên tenduristîye pirî caran bi taşeronî hate xebitandin.”   ‘TUNDÎ ROJ BI ROJ ZÊDE DIBE’   Yerlîkaya herî dawî got ku: “Ji alîyê van nêzîkatîyan ve mixabin tundî ya di qada tenduristîyê de roj bi roj zêdetir dibe. Em îro eşkere dikin ku heya ji bo qedandina vê tundîyê gavên berbiçav û bawerker neyin avêtin em ê tekoşîna xwe bidomînin û em ê 17'ê Avrêl'ê a "Roja Pêşîgirtina Tundîya Tenduristîyê"de rojekî çalakîya berdana kar lidar bixin.