Zilamê ku Şehrîban Çatı kuşt hat girtin 2020-01-17 14:20:41     MÊRDÎN - Mehmet Salîh Kirmizigul ê Şehrîban Çatî ya 28 salî  li Mêrdînê kuşt, hat  girtin    Mehmet Salîh Kirmizigul ê di 15'ê Çileyê de, li mala xwe ya li taxa Yenîşehîr a Navçeya Artûklû ya Mêrdînê Şehrîban Çati ya 28 salî kuşt, piştî lêpirsîna li Midûriyeta Polîsan sewqî Edliya Mêrdînê hat kirin.  Dozgerê ku îfadeya Kirmizigul girt, ew sewqî 1'emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Mêrdînê kir. Dadgehê jî, bi sûcdariya "Bi zanebûn kuştinê" Kirmizigul girt û şand girtîgehê.