HDP wê beriya kongreya mezin konferansa xwe li dar bixe 2020-01-17 12:57:24 ENQERE - HDP'a ku konferansên xwe yên ciwanan û civînên xwe yên herêman bi dawî kirin, wê berî kongreya xwe ya mezin a di 23'yê Sibatê de li dar bixe, dê bi şîara "HDP'a xurtir, têkoşîna xurtir" konferansa xwe  ya mezin li dar bixe.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 23'ê Sibata 2020'î de wê kongreya xwe ya 4'emîn a asayî pêk bîne. HDP'ê berî kongreyê civînên xwe yên herêman û konferansên xwe yên ciwanan li dar xist.   HDP'ê ku li herêmên Derya Reş, Ege, Çûkûrova, Anatoliya Navîn, Serhed û Marmarayê civînên xwe yên jinan û tevlîhev pêk anî, wê di 24-25'ê Çileyê de bi dirûşma "HDP a xurtir, têkoşîna xurtir' û "Hêvî em in, serketin a me ye" li Hîlton Otelê ya Enqereyê 3'emîn konferansa xwe ya mezin pêk bîne. HDP wê 3'emîn konferansa xwe ya jinan jî bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de jî bi biryar in" di 18-19'ê Çileyê de li Hîlton Otel a Enqereyê li dar bixe.   NEXŞEYA SERDEMA NÛ HATE NÎQAŞKIRIN   HDP'ê di 21'ê Kanûnê de li Derya Reş û Serhedê, di 22'ê Kanûnê de li Egeyê, di 28'ê Kanûnê de li Marmarayê, di 29'ê Kanûnê de li Çûkûrova û Anatoliya Navîn civînên xwe yên herêman pêk anî. Ji Samsûn, Sînop, Rîze, Ordû, Çorûm, Gîresûn, Amasta, Trabzon, Zongûldak, Wan, Colemêrg, Agirî, Îdir, Mûş, Bedlîs, Qers, Îzmîr, Antalya, Manîsa, Aydin, Mûgla, Denîzlî, Stenbol, Bûrsa, Kocaelî, Sakarya, Bolû, Balikesîr, Çanakkale, Tekîrdag, Edîrne, Yalova, Edene, Mersîn, Hatay, Osmaniye, Enqere, Konya, Kayserî, Kirşehîr û Eskîşehîrê tevlîbûn li civîn û konferansên HDP'ê yên li 7 herêman bû. Di civînan de rewşa siyasî û rêxistinî û nexşeya ji bo serdema nû hatin nîqaşkirin.   CIVÎNÊN JINAN ÊN BI BEŞDARIYA 500 KESÎ   Her wiha di 21'ê Kanûnê de li Derya Reş, di 20'ê Kanûnê de li Ege û Serhedê, di 22'ê Kanûnê de li Marmarayê, di 28'ê Kanûnê de li Çûkûrova û Anatoliya Navîn civînên herêman ên jinan pêk hatin. Bi giştî 500 jin tevlî civînan bûn û ji bo 3'emîn konferansa jinan delege hatin destnîşankirin.   CIWAN: EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN   2'emîn Konferansa Ciwanan a HDP'ê bi dirûşma "Me serî hildan, em li ber xwe didin, em ê faşîzmê têk bibin" di 12'ê Çileyê de li Navenda Giştî ya HDP'ê hate lidarxfistin. 170 delege ji herêman hemûyan beşdarî konferansê bûn. Meclîsa Ciwanan a nû ya ji 45 kesan di konferansê de hate diyarkirin.