Walîtiya Şirnexê piştî 7 rojan ji bo malbata Dîrîl daxuyanî da: Lêgerîn didome 2020-01-17 11:17:39 ŞIRNEX – Walîtiya Şirnexê ji bo Hurmuz û Şimonî Dîrîl ên hevjînên ev ku agahî ji wan nayê girtin piştî 7 rojan daxuyanî da û diyar kir ku xebata lêgerînê dewam dike.    Hurmuz (71) û Şimonî Dîrîl (65) ên hevjînên hev ku li gundê Mehrî ya bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve dijî ji 11’ê çile ve agahî ji wan nayê girtin. Walîtiya Şirnexê piştî 7 rojan têkildarî agahî negirtina malbata Dîrîl daxuyanî da û ragihand ku li herêmê bi beşdariya eskeran xebatên lêgerînê didome.    ANGAŞTA REVANDINÊ    Kurê malbatê Remzî Dîrîl ê Keşîşê Dêra Keldanî ya Stenbolê têkildarî mijarê duh ji jansa me re axivî bû û angaşt kiribû ku dayik û bavê wî hatine revandin û dozger derbarê vê yekê de lêpirsîn daye destpêkirin. Remzî Dîril diyar kiribû ku 5 roj in bi piştevaniya xelkê herêmê xebatên lêgerînê didomînin.