ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-12 09:00:37 *Parêzer Asya Ulker ku cara ewil di sala 2001'ê de bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re hevdîtin çê kir wiha got: "Di hevdîtinan de Ocalan azadiya jinê û bîrdoziya rizgariyê ya jinê vedigot. Hevdîtin ji bo Jîneolojiyê bûn bingeh."  *Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê pisporê tenduristiya kar Selçûk Karstarli wiha got: "Heke îskeleyên di înşeatan de tên bikaranîn li gor mewzûatê bên çêkirin, wê rê li ber nêviyê bûyerên ku dibin sedema mirinan bên girtin."    *Li gel hemû îtirazan jî duh hîmê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê hat avêtin. Lê belê niha çavê hemû hawirdorparêzan li Daîreya 14'emîna  Şûraya Dewletê ye ku biryar betalkirina "ÇED"a hatibû erêkirin bide. Berdevkê Platforma Li Dijî Nukleerê ya Mêrsînê Alpay Atmen wiha got: "Em li bendê ne ku Şûraya Dewletê biryareke adil bide."    *Masîvanên ku dê ji ber projeya "qada bajêr" a ji aliyê Şaredariya Seyhanê ya CHP'î ve tê çêkirin, bazara wan ji dest wan biçe anîn ziman ku di destpêka projeyê de hatiye gotin ku dê ji bo wan bazareke nû bê çêkirin, lê belê paşê proje hatiye guherandin. Her wiha rayedarê şaredariyê jî pirsên me bê bersiv hişt.    *Bît Bazariya ku ji ber pevçûnên li navçeya Sûrê ji aliyê şaredariya DBP'î ve li Parka Koşûyolûyê ji bo wê cih hatibû veqetandin, ji aliyê qeyûm ve ji parkê hat derxistin. Esnafên bazarê ku du hefte ne li ser peyarêyê dezgehçn xwe vedikin bertek nîşanî qeyûm dan.    *Girtiyên ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê şandin Girtîgeha Tîpa T a Îzmîrê, gotin ku destûr nehatiye dayîn ew kincên xwe jî wergirin û wan şandine girtîgeheke din.    *Li Cizîrê polîsan kamerayên pîksela wan zêde li esnafan ferz kir. Heke di nav du mehan de esnaf kamerayên li wan hatine ferzkirin li kareghên xwe bicihnekin wê ceza li wan bê birîn.    *Şêniyên mezraya Orîtê ya Colemêrgê ku sewalan xwedî dikin ji ber riyên wan bi hinceta “Herêma ewlehiya taybet” ku ev 6 meh in girtî ne rojên zor derbas dikin. Gundiyan wiha got: “Ji ber girtina riyan bazirgan jî nikarin bên gund û sewalên me bikirin.”    *Leşkeran avêtibû ser gundê Meletopûzê û avahiya malbata Candemîrê şewitandibû. Waliyê Wanê û Qeymeqamê Qelqeliyê soz dabûn malbatê ku ew ê zirara wan bidinn. 2 meh bi ser bûyerê hovane re derbas bûn, lê hêj jî sozê hatiye dayîn bi cih nehatiye.    *Li gundê Zavotê yekemîn Muzeya Zavot Ekoyê hatiye vekirin. Di muzeyê de kel û pelên ku di çêkirina penêrê qaşar û gravyerê de hatine xebitandin tên pêşandan. Muze bi hevkariya gundiyan hatiye vekirin.   *Lord Maurice Glasmanê îngilîz got ku siyaseta îngilîzan a der barê Rojhilata Navîn de ew e ku ‘Sykes-Picot’ê biparêzin. Her wiha Glasman, têkoşîn û afirandinên li Rojavyê jî wek "mûcîzeya serdema me" wesifandin.    *  Parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez, Îbrahim Ayhan ve Mehmet Emin Adiyaman, dê têkildarî zextên li ser girtîgeha Xerpêtê li Navenda Giştî ya HDP'e civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.00)   * Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, dê di civîna koma HDP'e de geşedanên di rojevê de binirxîne. (11.30)