Ji bo heqê kirêya xwe bide sarinc û cilşoya xwe firotiye 2020-01-17 09:13:14 WAN – Li Wanê hem betalî zêde bûye hem jî welatî bi zorê debara xwe dikin. Ji ber krîza aborî nikarin heqê kirê û fatûreyên xwe bidin. Ferdî Bariş ku bi deynan debara xwe dike û betal e got, ji ber nikaribûye heqê kirêya xwe bide sarinc û cilşoya xwe firotiye.  Li Wanê, ji ber krîza aborî her diçe betalî zêde dibe. Ji ber vê welatî ne dikarin heqê kirêya xwe ne jî heqê fatûreyên xwe bidin. Welatiyên nikarin deynê xwe bidin û debara xwe bikin amûrên malên xwe difiroşin. Welatiyan polîtîkayên îqtidarê rexne kirin û gotin: "Heta AKP hebe wê rewşa vî welatî baş nebe".    SARINC Û CILŞOYA XWE ŞÛŞT    Ferdî Bariş ku bi meha ye betal e, anî ziman ku ji ber nikaribûye heqê kirêya xwe bide sarinc û cilşoya xwe firotiye. Bariş, diyar kir ku serî li ÎŞKÛR'ê daye lê belê kar nedane wî û got: "Mirov birçî ne, ji ber vê diziyê dikin. Mirovên dewlemend li bajarê xwe kar nakin, diçin bajarên din. Bajarê wan ne xema wan e. Em tenê kar dixwazin. Heger kar hebe wê dizî jî çê nebe û wê mirov hev jî nekujin".    Bariş Kaya ku 2 sal berê zanîngeh kuta kiriye, diyar kir ku li înşeatan jî kar bi dest wî nakeve. Kaya, got: "Li mala xwe rûdinêm. Ji bo ezmûna KPSS'ê dixebitim. Niha bi hezaran kesên zanîngeha kuta kirine betal in. Divê çareyek bê dîtin".    ‘AKP, WELAT DIFIROŞE'    Kasim Bozkûrt jî destnîşan kir ku hema bêje kesên li derdora wî hemû deyndar in û got, niha nikare nanekî jî bibe mala xwe. Bozkûrt, polîtîkayên hikûmetê rexne kir û got: "AKP, welat difiroşe. Heta hikûmeta AKP'ê îqtidar be wê rewşa welat baş nebe".   Naîm Irmak jî anî ziman ku heta salek berê jî di firinê de dixebitî û got, ji bo debara 5 kesan bike deyn dike û got: "Rewşa welat li ortê ye. Welat pêgirtiyê derve ye. Teoriya wan heye, lê di pratîkê de nikarin gavekê jî bavêjin. Betalî zêde dibe. Di hilbijartinê de em raya xwe didin wan. Bira ew jî li gor wê hereket bikin".    ‘CIWAN NIKARIN ZIKÊ XWE TÊR BIKIN'    Adem Kaplan jî diyar kir ku 6 mehan li kar digere û got: "Kîloya firingiyan bûye 6 TL. Em nikarin firingiyan jî bikirin. Meaşê kêm kirine 2 hezar û 300 lîre, lê bi kêrî nayê. Tevî kirê û fatûreyan 2 hezar TL dere. Kar tuneye, mirov qîma xwe bi hezar TL'yî jî tînin. Lê radibin dibêjin bira ciwan bizewicin. Ciwan nikarin zikê xwe têr bikin. Pêdiviya me ne bi zewacê bi kar û nan heye."    Adîl Demîr jî got: "Erdogan wekî rewşa welat pir baş be xeber dide. Lê ne wiha ye. Bira têkevin nav gel, wê halê welat bibînin. di bêrîka mirovan de pere tuneye. Bang li wan dikim, bira dev ji vê sewdaya xwe ya ji bo qoltixan berdin. Bira ji mirovan re kar peyda bikin. Hem nakin hem jî radibin qeyûm tayîn dikin. Li ber şaredariyan bi hezarn polîs hene. Em nikarin biçin şaredariyê".    Adnan Dûran jî ku ji ber krîza aborî dikana xwe ya amûrên ceryanê girtiye diyar kir ku ji bo kar çûye şaredariyê û got: "Şaredarî jî bi torpîlê kesan digirin kar. Tayyîp Beg radibe dibê cîhanê ji 5'an mezintir e, lê hîn jî em bi her awayî pêgirtiyên welatên din in".    MA / Dîndar Karataş - Yûnûs Dûman