ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-17 09:00:09 * Qeyûmê tayînî Şaredariya Bêgirê hat kirin, Mêvanxane û Pirtûkxaneya Jinan a Ayşe Şan a ji aliyê rêveberiya HDP’ê ve hatibû çêkirin girt û tabelaya wê daxist.  * Helbestvan û nivîskar Ayhan Erkmen têkildarî Tora Ziman û Çanda Kurdî de anî ziman ku dê bi rik li çand, ziman û hunera xwe xwedî derkevin. Nivîskar Veysî Ulgen jî da zanîn ku di çalakiyên saziyan de dê ewil daxuyanî bi kurdî werin xwendin. Endamê KAYY-DER’ê Kemal Seven jî dest nîşan kir ku heke jin kurdî biparêzin kurdî namire.   * Li Mêrssînê piştî ava lehiyê ziwa bû, zirara cotkaran jî xuya bû. Serokê Hilberînerên Ortualtiyê yên Akdenîzê Tansel Îzgî, xwest herêma wan wekî herêma afetê bê îlankirin û deynên cotkaran bên xerakirin.    *  Li Wanê hem betalî zêde bûye hem jî welatî bi zorê debara xwe dikin. Ji ber krîza aborî nikarin heqê kirê û fatûreyên xwe bidin. Ferdî Bariş ku bi deynan debara xwe dike û betal e got, ji ber nikaribûye heqê kirêya xwe bide sarinc û cilşoya xwe firotiye.    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê fiyetê avê ji 2 TL'yan kiribû 6.25 TL. Piştî bertekan qeyûm cedwela zemkirina avê ji malpera şaredariyê rakir. Berdevkê Koma Meclîsê ya HDP'ê Mehmet Alî Amak, got: "Nelirêtî kirin. Li ser sûc hatin zevtkirin".    * Endamên meclîsên şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin, nikarin tev li civînên meclîsên şaredariyê bibin. Ji ber van pêkanînên kêfî wê endamên meclîsan giliyê qeyûman bikin.    * 21 girtiyên Girtîgeha Jimare 2 a Xarpêtê 13 name ji Şaxa ÎHD'ê ya Amedê re şandin û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Wê ÎHD biçe girtîgehê.    * Prof Dr. Beyza Ustun, destnîşan kir ku Projeya Qenal Stenbolê projeyeke "kujer" e û got: "Li herêmê tu rêyên sereke ên koçberiyê hene. Di rêyên koçberiyê yên çûn û hatinê de koçber hemû li wê herêmê qonax vedigirin, gava tên westiyayîne û wê ev hemû tune bibin".    * Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Dersîmê, bi boneya balê bikişînin ser rewşa Gulistan Doku û tacîza li dijî 15 zarokan dê li Qada Seyit Riza daxuyaniyê bidin çapemeniyê (10.00)    * 15'emîn Danişîna doza Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku doz lê hatibû vekirin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)   * Nûner û rêveberên ÎHD, ÎTO, TÎHV û SES'ê yên Stenbolê, bi boneya balê bikişînin ser rewşa endamên Gurup Yorum ên di greva birçîbûnê de ne, dê li komeleya mafên mirovan (ÎHD) ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniye. (12.30)   * Odeya Tabîban a Amedê bi boneya balê bikişîne ser pirsgirêkên xizmeta tenduristiyê dê li odeya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay tê têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)   * Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê  dê li navenda giştî bicivin.    * Baroya Amedê bi boneya faîlên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî bê dîtin dê li pêş Edliyeya Amedê di hefteya 211'an de “Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" li dar bixin. (13.00)    * Platforma Jinan a Edene û Mêrsînê, dê ji bo Gulistan Doku daxuyaniyê bidin çapemeniyê (12.00)