Hulya Alokmen: Em her dem ji xweliya xwe çêbûn û geş bûn 2020-01-16 15:21:27 AMED - Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, di 3'emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya bajar de diyar kir ku li dijî destkeftiyên Kurdan êrîş pir zêde ne û wiha got: "Dixwazin hemû destkeftiyên me tune bikin. Ev gel li ser vê axê bi hezaran caran rastî komkujiyan hat. Lê her dem li ber xwe da. Xwe ji xweliya xwe ava kir û geş kir. "    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelağn (HDP) ya Amedê 3’emîn Kongreya Asayî bi şîara “Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" li dar xist. HDP'ê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin kongreya xwe pêk anî. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz û Keskin Bayindir, Rêveberên KCD, ESP, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinen Azad (TJA), Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek nûnerên rêxistin û saziyên sivîl û civakî di kongreyê de amade bûn. Li salona kongreyê Wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankarta “Aştî nayê tecrîdkirin", “Faşizm wê têk biçe, gel dê bi ser bikevin", “Qeyûm têkçûna vînê ye, tu carî nayê qebûlkirin" vekirin. Di kongreyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî serok Apo” berz kirin.    Kongreyê bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan axaftina vekirinê kirin. Hulya Alokmen Uyanik, diyar kir ku gelê Amedê li dijî kesên ku dixwazin wan ji têkoşîn, baweriya wan qut bikin bi înat li ber xwe didin û bi înat li ser piyan in û wiha got: “Îro li dijî destkeftiyên Kurdan êrîşên gelek mezin hene. Çi destketiyên me hene êrîş dikin û dixwazin tune bikin. Em di ferqa vê yekê de ne. Ev ax û ev gel bû şahidê hezaran komkujî. Lê li dijî hemû komkujiyan dîsa xwe ji xweliya xwe ava kirin û geş kirin. Em bêtir geş bûn. Ji ber ku em girêdayî koka xwe ne. Dixwazin têkiliya me û gel ji hev qut bikin. Le tu carî bi ser neketin û bi ser nakevin. Jin jî li dijî êrîşan her dem daketin kolanan. Em minetdarê hemû girtiyan in. Bedelên giran dan. Amed dilê Kurdistanê ye. Amed navê berxwedanên dîrokî bi xwe ye."    Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî anî ziman ku gelê Kurd li dijî hemû êrîşan li ser piyan e û wiha got: “Şex Saîd, Mazlum Dogan û Mazlum Dogan di vê têkoşînê de bedel dan. Can dan. Lê heta niha gavek jî paşve neavêtin. Bila biçin diroka Saddam, Kenan Evren bixwînin. HDP, perspektifa Birêz Ocalan e. Tu carî têk naçe. Ev perspektîf heta cîhan hebe ew jî hebe. Ew şer, koçberî û penaberiyê li me ferz dikin. Lê me serî netewand û me li ber xwe da. Em dê bêtir ala têkoşîna xwe bilind bikin."    'ZIMAN QEDEXE YE, EM DI TECRÎDÊ DE NE'    Parlamentera HDP'ê Dersim Dag jî anî ziman ku ew di nava tecrîdê de dijîn û zimanê wan û her tiştê wan qedexe ye. Bi tecrîdkirina Ocalan hemû gelê Kurd tê tecrîdkirin. Çareserî azadiya Birêz Ocalan e."    Cîgira Seroka Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran jî li ser geşedanên li Rojhilata Navîn û Sûriye pêş dikevin rawestiya û wiha got: “Em şoreşa Rojava silav dikin. Parastina Rojava erka me ye. Divê em bi gelê me yê li Tirkiyeyê re berxwedana li Rojava mezin bikin. Em ê bi ser bikevin."    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz jî "Yên difikirin ku Kurd xelas kirine bila werin li salonê binerin. Gelê Kurd li ser piyan e. Em li vir in. Li dijî ziman û nasnameya me êrîş hene. Em dê li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Perspektifên Birêz Ocalan dê ji bo cîhanê bibin hevî û rohanî."    'AMED DILÊ KURDISTANÊ YE'    Endamê Dîwana KCD'ê Mehmet Nurî Ozdemîr jî xwest demek beri demekê tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "Bi tecrîdê dixwain di nava gel û Birêz Ocalan de pirê qut bikin. Em bi salan e vê yekê dibînin. Ji bo yekîtiya neteweya Kurd gavên mezintir divê. Amed Dilê Kurdistanê ye. Di nava tariyê de ronahî ye."   Di kongreyê de peyama Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçuk Mizrakli xwendin.    Di kongreyê de ji nûve Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik, ji bo Hevserokatiya Bajarê Amedê hatin hilbijartin.