Ji bo qursên kurdî yên ÎSMEK'ê eleqeyek zêde heye 2020-01-16 14:47:28 STENBOL - Ji bo kontenjana 70 kesî ya qursa kurdî ya ÎSMEK'ê ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hat vekirin 137 kesan serlêdan kir.  Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, beriya ku bê hilbijartin soZ dabû ku bê hilbijartin dê qursên zimanê kurdî veke. Piştî 8 mehan ji bo bicihanîna vê sozê gav hat avêtin. Kurdî, li dersên biyanî yên ku di bin banê Qursên Perwerdeya Pîşeyî û Hunerî (ÎSMEK) de tên dayîn hat zêdekirin û ji bo qursên kurdî 70 kontenjan hat vekirin.    Di nav 24 saetan de ji bo vê kontenjanê 137 kesan li ser înternetê serlêdan kir. Wê serlêdan heta 25'ê Çileyê bên qebûlkirin. Destpêkê wê ders li dibistanên ÎSMEK'ê yên Esenyûrt, Kiraç, Şîşlî, Bagcilar û Fatîhê bên dayîn. Tê gotin ku ji ber eleqeya zêde dê ÎSMEK li dibistanên din jî qurs bide destpêkirin. Wê dersên destpêkê di navbera 5-6'ê Sibatê de bên dayîn.    Ji bo asta A1 qursan bi giştî wê 136 saet bê veqetandin û paşê jî bawername li beşdaran bên belavkirin.    Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ji gotibû ku dê li ÎSMEK'ê qursên kurdî bidine destpêkirin û Şaredariya Stenbolê wê bi kurdî xizmetê bide kesên ku ji bilî kurdî zimanekî din nizanin.