Platforma Jinan a Enqerê: Em ê şopdarê bûyera Gulîstan bin 2020-01-16 14:44:36 ENQERE - Paltforma Jinan a Enqerê, derbarê Gulîstan Dokû ya li Dersimê winda bû de daxuyanî da û got: “Emê têkoşîna xwe ya li dijî pergal û polîtîkayên desthilatdariya zilam dewam bikin. Heya ku Gulîstan bê dîtin û rewşa wê bê ronîkirin, em ê têkoşîna xwe bidomîn in.”  Platforma Jinan a enqerê derbarê xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya li Dersimê winda bû û ev 12 rojin agahî jê nayê girtin de, li Yekitiya Mulkiyeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Jinan pankarta “Gulîsan Dokû li ku deriyê?” bi salona civînê ve kirin. Li ser navê platformê Dîlek Yildiz daxuyanî da.    'AGAHÎ ÇIMA NAYIN PARVE KIRIN’   Yildiz, diyar kir ku Dêrsim bajarek biçûk û her kes lê hev nas dike û wiha axivî: “Bajar her dibin çavdêriya polîsna deye, li gel vê jî ev demeke ku ji Gulîstanê agahî nayê girtin. Em dibêjin ku tê xwestin ser bûyerê bê girtin, ji bo ku Gulîstan bê girtin tu xebat nayê kirin. Bi taybetî jî derbarê kiryarê yekem de ji raya giştî re tu agahî nayê dayîn. Di serî de gotin ku ev kes derketiye dervê welêt û piştre jî gotin ku di bin çavan de ye. Başe wê demê çima îfadeya kesê di bin çavan de bi raya giştî re nayê parvekirin."   'MIROV TÊN WINDAKIRIN’   Yildiz, da zanîn ku êrîşa li dijî jinan û destdirêjiya li wan bûye wekî bûyerên ji rêzê. Yildiz wiha axaftina xwe berdewam kir: "Windabûna gulîstanê girîng nayê dîtin, raya giştî nayê agahdarkirin. Lê em rêxisitnên jinan em ê bibin şodarê bûyerê.  Kes wina nabin tên windakirin. Ev bûye rastiya jinê. Mixabin jin tên kuştin û an jî ber bi mirinê ve tên dafdan. Ger ku li heberî windakirina Gulîstanê hestiyariyek heye ew jî encama têkoşîna jinan û ya şêniyên Dêrsimê ye. Lê muxatabên bûyerê li dijî lêgerîna ku tê kirin dibin asteng, çalakiyan qedexe dikin û dixwazin jinan bêdeng bikin."   'ÊRÎŞ DIKIN’   Yildiz êrîşa zayendî Ya ku ji aliyê peywirdarê Zanîngeha Munzurê ve li zarokan hat kirin jî, nirxand û wiha bilêv kir: “Derbarê bûyerê de tu lêpirsîneke cidî ji aliyê rayedaran ve nehatiye kirin. Bi vê sersariyê re rayedar dibêjin ku hûn dikarin êrîşî jin û zarokan bikin û tu lêpirsîn derbarê we de nayê vekirin. Em dibînin ku di vî warê de polîtîkayeke sîtematîk heye. Dîsa li Şirnexê jî êrîşa zayendî ya li dibistanan derketibû holê . Lê Şirnexê mudurê dibistanê ji 50 zarokan re peyam şandibûn û êrîşa zayendî li dijî wan pêk anîbû. Lê em dibînin ku heman kes li dibistaneke din hatiye peywirdakirin. Bi vê ji kiryare tê gotin ku tu karê xwe berdewam bike tu kes nikare tiştekî bi te bike."   'EMÊ PIRSA GULÎSTAN BIKIN’   Yildiz herî dawî wiha got: "Em dizanin ku siyaeteke ciwanan ji bûyerên bi vî rengî re dike amûr heye û li ser bedena zarokan  polîtîka tê kirin. Em rêxistinên jinan jî em ê li dijî van pêkanînan têkoşîna xwe berdewam bikin. Wekî jin û ciwanan jî divê helwestek û sekneke xurt bê nîşandan .Em wekî Platforma Jinan a Enqereyê jî dibêjin ku em ê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê têkoşîna xwe bidomînin û heta ku Gulîstan bê dîtin em ê şopdarên dozê bibin."   Daxuyanî bi dirûşma "Piştevaniya jinan dide jiyîn" bi dawî bû.