Gelê Şengalê ji bo Zerdeşt Şengalî û hevalên wî merasimek girseyî li dar xist 2020-01-16 13:41:03   ŞENGAL  - Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û hevrêyên xwe  Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî di 15'ê Çile de di êrîşa balafirên şer ên Tirkiyeyê ya li dijî gundê Dîgurê ya girêdayî nahiyeya Sînunê ya Şengalê de jiyana xwe ji dest dan. Gelê Şengalê ji bo Zerdeşt û hevalên wî merasimek girseyî li dar xist.    Di 15'ê Çile de di êrîşa balafirên şer ên Tirkiyeyê de li dijî gundê Dîgurê ya girêdayî nahiyeya Sînunê ya Şengalê de yek ji Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî jiyana xwe ji dest dan. Gelê Şengalê ji bo Fermandarê YBŞ’ê û hevalên wî merasimek li dar xist. Merasîm li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Şengalê pêk tê. Bi sedan welatiyên Êzidî û eşîrên herêmê û fermandarên leşkerî beşdarî merasîmê bûne. Cenazeyê Şervanê YBŞ'ê Hemîd Şengalî (Hemîd Xelîl Qasim)  li ser daxwaza malbata wî şevê din hatin veşartin.