Meclîsa jinê bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedarên jin da 2020-01-16 12:29:33   ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP’ê ya Enqerê, bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedarên jin da û got: “Binçavkirina siyasetmdarên jin operasyona têgînê. Jinên ku di qada siyaseta demokratîk de cih digirin, wê israra xwe ya di aştiyê de dewam bikin.”   Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê, derbarê endamên xwe yên hatin binçavkirin de, li avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê ya Bajêr Turkan Demîr, daxuyanî da û bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedarên jin da. Demîr, diyar kir ku ew ê di navbera 18-19’ê Çile de, konferansa xwe ya navendî li dar bixin û wiha axivî: “Berî konferansê endamên me binçavkirin. Bi van binçavkirinan dixwazin ku konferansa me asteng bikin. Her roj cînayetên jinan rû didin. Nikarin vê asteng bikin, lê ji bo ku xebatên me yên jinan asteng bikin, dikevin nava hemû hewldanan. Dewlet, berpirsê dîtina Gulîstan Dokû ya ev 12 rojin windaye. Dewlet li şûna vê berpirsiyariya xwe bi cih bîne, me jinên siyasetmedar dixe hedefê. Ev yek teqez nayê qebûl kirin.”   ‘OPERASYONÊN TÊGIHÊ NE’   Demîr, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em van zext, binçavkirin û polîtîkayên teslîm girtinê qebûl nakin. Jinên ku di qada siyaseta demokratîk de cih digirin, wê israra xwe ya di aştiyê de dewam bikin. Wê aştiya li ser vê axê bi jin û gelan pêk bê.”   Duh li navenda Enqerê operasyon hatibû lidarxistin û di çarçoveya operasyonê de endamên Meclîsa Jinê ya Enqerê Zelîha Unlu, Lale Ekmen, Remziye  Guçlu, endama Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Husniye  Kat, Dayika Aştiyê Gulîstan Ozgen, Hacar Ozmen û Rûken Şen hatibûn binçavkirin.