Hêzên demokrasiyê ji bo Gulîstan Dokû mîtîngê li dar dixin 2020-01-16 12:04:05   DERSIM - Hêzên Ked û Demokrasiyê, derbarê xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya agahî jê nayê girtin û bûyera tecawîza zarokan a li Pêrtagê hat jiyîn de, wê sibe mîtîngê li dar bixin û ji bo tevlîbûna mîtîngê bang kirin.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên li Dersimê, derbarê xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya gahî jê nayê girtin û bûyera tecawîzkirina 15 zarokan a li navçeya Pêrtagê hat jiyîn de, wê sibe mîtîngê li dar bixin. Mîtîng wê bi dirûşmeya “Emê rê nedin dejerebûnê. Emê xwedî bajarê xwe, zarokên, pêşeroja xwe û xwe xwedî derketin” li Qada Seyît Riza saet 10.00’an dest pê bike.    ‘EM DIXWAZIN HEMÛ KES BEŞDAR DIBIN’   Seroka Şaxa Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) ya Dersimê Şukran Yilmaz, bal kişand ser tacîz, tecawîz û bûyerên windakirinê yên di demên dawî de pir zêde bûne û got: “Li Dersimê, di demên dawî de bûyerên wiha pir zêde rû didn. Weke mînaka tecawîz û tacîza zarokan û windakirina Gulîstan Dokû. Li dijî van bûyeran divê em îro bêdeng nemînin. Ger em bêdeng bimînin, emê pêşiya pêşeroja civakî jî bigirin. Ji ber vê, mîtînga ku em ê li dar bixin, pir girîng e. Em dixwazin hemû kes beşdarî mîtîngê bibin.”    ‘HEMÛ KES WÊ TEVLÎ BIBIN’   Yilmaz, da zanîn ku wê Baroya Dersimê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP), Federasyona Gelan a Demokratîk û hemû beşên civakî wê tevlî mîtîngê bibin.