Bang li Meclîsê kirin: Em efoya îstîsmara zarokan naxwazin 2020-01-16 10:52:24 ENQERE - Welatiyên Enqerê, bertek nîşanî pêşnûmeya “Efoya zewicandinê ya rê li ber îstîsmara zarokan vedike” ya ku tê payîn di vê mehê de pêşkêşî Meclîsê bê kirin, dan û gotin: “Li dijî vê derketin, erka me ya miroviye. Em efoya zarokan îstîsmar bike naxwazin.”   Li bendê ye ku pêşnûmeya “Efoya zewicandinê ya rê li ber îstîsmara zarokan vedike” di çarçoveya paketa darazê ya duyemîn de,  di nava vê mehê de li Meclîsê bê qebûlkirin. Ligel hemû îtîrazên heyî jî hikumeta AKP’ê di vê pêşnûmeyê de bi israre. Hikumet ji sala 2016’an ve dem bi dem vê pêşnûmê tîne rojevê, lê her car jî rastî bertekek mezin a jinan tê. Ger ev pêşnûme bêqebûlkirin, wê zarokên rastî tecawîzê hatine bi tecawîzkarên xwe re bên zewicandin û tecawîzkar wê li ser vê yekê neyin ceza kirin.   Welatiyên Enqerê, bertekên xwe yên li dijî vê pêşnûmeyê anîn ziman û bang li Meclîsê kirin.    'POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ NE'   Guler Demîrcî, diyar ku derûniya zarokên rastî îstîsmarê bên xerab dibe û wiha axivî: “Wê demê dê çawan wî kesî weke hevjînê xwe qebûl bike. Qet tiştek wisan dibe? Wê demê evê bibe zewaceke bi darê zorê. Ji bo ku heyata xwe bijî, wê heyata zarokekê tarî bikin. Gelo wê çawan dilşa bibe û zarokan bîne? Ez li dijî vê qanûnê me. Ev polîtîkaya dewletê ye. Armanca wan ewe ku sûcdaran serbest berdin. Dixwazin wan şev bigirin û roj jî berdin. Qey wisan dibe?”   'BILA CEZA BIBIN WAN, NE EFOYÊ’   Dayika du zarokan Hatîce Tezgîder jî, da zanîn ku efoya îstîsmarê tuneye û wiha got: “Gelo em li kîjan welatî dijîn? Tu dayik û bav vê yekê qebûl nakin. Divê tecawîzkaran efo nekin, wan ceza bikin.”   Kadîr Şîmşek jî, da zanîn ku divê ev pirs ji kesên dixwazin vê qanûnê derbixin bê pirsîn û wiha bilêv kir: “Ez naxwazim zarok bi kesekê hişmendiya wî tecawîzkar re bi zewice. Ev ne raste. Li şûna efoyê, ji xwe divê ev kes qet ji girtîgehê dernevin. Ev pir şaşe. Bi vê tu faydeyê li zarokan nakin. Herî zêde jin bertekê nîşanî vê pêşnûmeyê didin. Jin hîn zedetir bi bandorin.”   'LI VÎ WELATÎ ME HER TIŞT DÎT’   Taylan Asirkefelî jî, dest nîşan kir ku ji bo hizûra gel xerab bikin, vê dikin û wiha bertek nîşan da: “Gelo emê hîn zêdetir çawan xirab bibin? Divê zilam jî mîna jinan li dij derkevin. Teqez divê efo dernekeve ji bo tecawîzkaran. Ev şaşiyek herî mezin. Ez niha pir şaşwazim. Em li vî waletî her tişt dît. Lê ez hêvî dikim ku ev çênebe.”   Sûltan İşik, diyar kir ku 2 kurê wê hene û ev tişt gotin: “Welatê me welatek misilmane. Welatek misilman, tiştek wiha li zarokan nake. Lê wisan xuya dike, tiştek wiha tuneye. Ger zarok bi tecawîzkarên wan re bên zewicandin, wê kî hesabê vê yekê bide. Divê bi her awayî zarok bên parastin. Ger sûcdar bên cezakirin, bûyerên wiha jî rû nadin.”   ‘GELO JI BO KU BAHÇELÎ KEYFXWEŞ BIBE WISAN DIKIN?’   Welatiyekê ku nexweş navê xwe bide jî ev bertek nîşan da: “Ger pêşnûme di Meclîsê de bê qebûlkirin, wê bûyerên wiha zêdetir bibin û rewş pir xerabtir bibe. Divê hemû kes bertekên xwe nîşan bidin. Gelo me mirov çawan hilbijartin û şandine Meclîsê? Ma qet wijdana wan tuneye. Ji bo sûcdar nayin ceza kirin, îstîsmara zarokan her roj zêdetir dibe. Ez qet fêm nakim ku çima dixwazin ji bo qatil û tecawîzkaran efo derbixin. Gelo ji bo ku Bahçelî keyfxweş bibe ye?”   ‘BERTEK NÎŞAN DAYÎN ERKA MIROVIYE’   Welatî Bûket Kuzecî û Nagîhan Tekîn jî, pêşnûme ne rast dîtin û gotin: “Divê em bertekek mezin nîşan bidin. Bertek nîşan dayîn erka miroviye.” Bûse Dogan jî, da zanîn ku ji malbata wê jî zarokek rastî îstîsmarê hatiye û got: “Zarokek 11 salî nikare bi tena serê xwe biryara xwe bide. Divê pêşnûme neyê qebûlkirin. Evê rewşek pir xerab bi xwe re bîne.”   MA / Zemo Aggoz - Emrûllah Acar