Aydenîz: Konjonktur yekîtiyê dispêre me 2020-01-16 10:12:16 AMED – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku êdî ew neçarin ku parçebûna kurdan a erdnîgarî û siyasî bigihînin hev û got: “Rewşa konjonktur di lehê kurdan de ye. Lê di vir de kêmasiya herî mezin a kurdan ew e ku yekîtiya xwe ya neteweyî pêk naynin.”  Gengeşe û xebatên ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd berdewam dikin. Mêvanê vê rêze dosyeya me ya li gel partî û rêxistinên kurd ên têkildarî yekîtiyê diaxivin Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz e. Aydenîz têkildarî yekîtiya neteweyî ji ajansa me re axivî.    ‘DAGIRKIRIN HÊJ DIDOME’    Heveroka DBP’ê Aydenîz parçebûna kurdan wek “îstîlaya dewletan” pênase kir û got: “Welatên bi pirsgirêka kurd re muxatab in, tu demê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di bingeha wekheviyê de nêz nebûn û çareserkirinê tercîh nekirin.”    Aydenîz destnîşan kir ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê li şûna çareserkirina pirsgirêka kurd polîtîkayên înkar û pişaftina gelê kurd li pêş xistin û wiha got: “Dewletên cîran û yên din erdnîgariya kurdan kirin çar parçe. Her tim axa kurdan dagir kirine û hewldanên dagirkirinê dewam dike.”    ‘AVANTAJÎ Û DEZVANTAJÎ JÎ HEYE’    Aydenîz dibêje ku ew xwedî wê fikrê ye ku îro geşedanên li dinyayê û Rojhilata Navîn li pêş dikevin ji bo kurdan hem avantaj in û hem jî dezavantaj e. Aydenîz got ev geşedanên krîza kapîtalîst ku ku xwe li herêma Rojhilata Navîn didin nîşandan mafên xwezayî yên kurdan ku dixwazin bi dest bixin asteng dike. Aydenîz got: “Li dijî van geşedanên diqewimin pêwîste yekîtiya neteweyî ya kurd were avakirin. Heke yekîtî were avakirin di vê pêvajoya girîng de kurd wê sûdê werbigirin.”    'YEKÎTÎ PÊWÎSTIYEK MEZIN E’    Aydenîz bal kişand ser parçebûna kurdan û wiha got: “Ji ber ku erdnîgarî û siyaseta kurdan parçe parçe bûye, blokek demokratîk a kurd jî hem ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û hem jî ji bo kurd xwe bi xwe birêve pêwîstiyeke mezin e. Bêyî ku kurd parçe parçe bibin divê xeta rêya sêyemîn were şopandin.”    ‘DEM Û PÊVAJO JI KURDAN YEKÎTIYÊ DIXWAZE’    Aydenîz da zanîn ku divê gelê kurd û rêxistinên wan ji vê pêvajoya dîrokî dersên dîrokî derxin û bi hestiyar tevbigerin. Aydenîz anî ziman ku konjonktura li Rojhilata Navîn di lehe kurdan de ye û wiha got: “Kêmasiyên ku kurd nabin yek hene. Li herêmê herî zêde kurd baş krîza heyî dixwînin. Kurd hêza sereke ne. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê di encama bedelên giran de destkeftiyan bi dest xistin. Pêvajoya heyî ji bo kurdan erênî ye. Lê di vir de kêmasî ango xala herî zeîf a kurdan ew e ku yekîtiya xwe ya neteweyî pêk naynin. Divê rêxistinên siyasî yên kurdan bibin yek. Pirsgirêk ne di nav gel de ye. Pirsgirêka gelê me ya yekîtiyê nîne. Cudahiya heyî ji ber rêxistinên siyasî xwe dide nîşandan. Em dibînin ku di demên dawî de biryardariyek mezin a rêxistin, tevger û saziyên kurdan heye ku yekîtiya xwe ava bikin.”    ‘YEKÎTÎ DÊ DESTKEFTIYAN BIPARÊZ E’    Pêvajoya heyî an jî tiştên ku niha li Kurdisanê diqewimin yekîtiyê dispêre me. Heke kurd di vê pêvajoya dîrokî de nebin yek, dê şansên heyî jî winda bikin. Parastina destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê jî bi yekîtiyê ve girêdayî ye.”    MA / Mehmet Şah Oruç