Piştî 4 salan wê polîsê ku Daşkan kuşt bê darizandin 2020-01-16 09:20:20   EDENE -  Piştî mirina Mûrat Daşkan bi 4 salan, bi tawanbariya "kuştina muhtemele" derbarê polîsekî de doz hat vekirin.    Di 1'ê Sibata 2016'an de li Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhan a Edeneyê, Mûrat Daşkan di xwepêşandaneke civakiyî de hatibû kuştin. Piştî 4 salan derbarê kuştina Daşkan de bi tawanbariya "kuştina muhtemel" derbarê polîs B.O. de îdianame hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Edeneyê jî îdianame qebûk kir. Wê danişîna dozê di 14'ê Sibatê de pêk bê.    Dozgeriyê, di îdianameyê de derpêş kir ku roja bûyerê du komên midûriyeta emniyetê ji bo mudaxileyî bûyera civakiyî bikin çûne cihê bûyerê û li cihê bûyerê gumanbaran kevir avêtiye polîsan, bi çekan êrîş kirine û reviyane. Koma Şaxa TEM'ê jî bi wesayîta zirxî ya bi plakeya 01 A 0559 ketıye kuçeya 14136 û bersûc B.O. jî wesayîta zirxî keleşkof teqandiye. Dozger, parast ku gava wesayît ketiye kuçeyê Daşkan li erdê dirêjkirî bûye û birîndar bûye û polîsan ew xistiye hundirê wesayîta zirxî û birine nexweşxaneyê lê belê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.    Dozgeriyê, îfadeya polîsên di wesayîta zirxî de jî girtiye, lê belê polîsan derpêş kiriye ku kameraya wesayîta zirxî naxebite û B.O. jî ber bi hewayê ve teqandiye û wan Daşkanê li erdê dirêjkirî biriye nexweşxaneyê. Her wiha hin polîsan jî derpêş kiriye ku nizanin kî ji wan keleşkof teqandiye û B.O. jî gotiye dengê çekan ji derdorê dihat û wî jî ji bo ewlehiya derdorê derbek du derb berdane hewayê.    Polîsên bi navê Î.B., S.A.A. û H.E. jî ku derpêş kirine ku Daşkan li dûra bûye ne nêzî cihê bûyerê bûye û gotin: "Cihê ku B.O. keleşkof lê teqandiye û cihê Daşkan lê bû pir dûrî hev in. Bawer nakim, ji mesafeyeke wiha B.O. bera wî dabe. Çawa me ew dît, em sekinîn, ji wesayîtê peya bûn û me ew bir nexweşxaneyê. Hema bêje herî zêde em bi qasî deqeyekê li kuçeyê 14136 man".    Dozgeriyê, di îdinameyê de destnîşan kir ku li cihê bûyerê 2 qewanên fîşekan hatine dîtin û di lêkolîna krîmînalê de hatiye etspîtkirin ku ew qewan ên çeka 76 EC 1552'ya ne.    Dozgeriyê, di îdianameyê de diyar kir ku ne mimkun e ku çalakiya B.O. bia wayekî qesdî bê nirxandin, lê di bûyerê de bi awayekî kî dibe bila bibe, kî  dimire bila bimire herekt kiriye û xwest "kuştina muhtemel" bê cezakirin.    MA / Hamdûllah Kesen