Li qişleya eskerî girû û werem: 4 esker xistin Qarantînayê 2020-01-16 09:19:49 BÛRDÛR - Eskerên Fermandariya Alaya 58'an a Bûrdûrê ragihandin ku feramandariya wan ne paqije û ji ber vê girû û werem zêde bûye û gotin, ji ber girû û weremê hatine karantînakirin. Parlementerê HDP'ê Omer Farûk gergerlîoglû jî, ji bo mafê jiyaneke baş û salxem bang li rayedaran kir.  Eskerên Fermandariya Alaya 58'an a Bûrdûrê, ji ber binpêkirinên mafan ên li fermandariyê xwe gihandin Ajansa Mezopotamyayê (MA). Eskeran diyar kir ku cihê lê dimînin pir qirêj e, nikarin serê xwe bişon û gotin, dora serşûştinê ancax çend hefteyan carekê tê wan.    Eskeran, anî ziman ku li fermandariyê av tuneye, saeta serşûştinê di navbera 05.00-0.8.00'ê sibehê de ye û gotin, gava dikevin serşoyê 4 deqeyên ewil ava germ tê lê jê pê ve ava sar tê.    Eskerekî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku piştî 4 deqeyên ewil nikarin serê xwe bişon û got: "Li vira nêzî 1500-2000 esker hene. Boluka me 450 kes e û kes nikare serê xwe bişo. Çend roj berê hin esker girû bûn û ji ber vê nivîn hemû hatin şewitandin. 2 kes ji ber girûyê û 2 kes jî ji ber weremê hatin karantînakirin. Em perîşan bûne. Rewşa me qet nebaş e. Hayê rayedaran ji vê rewşê heye, lê tenê tişta kirine ew e ku nivîn avêtine û şewitandine. Cilşoxaneya wê jî tuneye. Tuwalet û razanxane di nav pîsîtiyê de ne. Nivîna min zer bûye. Ji ber vê gomlekên xwe li ser radixim û wisa radizêm. Min jî şandin revîrê. Em ditirsin girû û werem li me hemûya peyde bibe. Her êvar saet ji 7'an heta 10'ê şevê me li cihekî kom dikin. Di bin navê perwerdehiyê de me kom dikin, lê em tiştekî jî nakin. Tenê disekinin".    Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê Omer Farûk Gergerlîoglû jî anî ziman ku ew ê vê mijarê têxin rojeva Meclîsê û bang li rayedarên dewletê kir ku ji bo pêkanînan mafên jiyanê û jiyaneke baş û saxlem demildest hin tevdîr bên girtin û peywira xwe bi cih bînin.    MA / Hamdûllah Kesen