Hevserokê DFG'ê Altan: Armanca me binpêkirina mafan û zextên tên kirin xuyangtir bike 2020-01-16 09:19:11 AMED – Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan, anî ziman ku armanca wan ew biştevaniya rojnamevanan bikin, zext û zoriyên li ser wan û binpêkirinên mafan xuyangtir bikin.  Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ku di 6'ê Çile de avakirina xwe ilankir, bênavber dixebite. Hevserokê komeleyê Serdar Altan, derbarê armanca avakirina komeleyê de axivî.    Altan, anî ziman ku yek ji armancên koeleyê zext û zoriyên li ser rojnamevanan û binpêkirinên mafan xuyangtir bike û got, her wiha ew ê bernameyên ji bo perwerehiya pîşeyî jî çê bikin. Altan, diyar kir ku ew ê pêwendiyê bi rêxistinên rojnamevaniyê yên navneteweyî re deynin û bi vî awayî helw bidin ku piştevaniyê dorfirehtir bikin. Her wiha Altan, destnîşan kir ku ew ê heman tiştî bi rêxistinên rojnamevaniyê yên li Tirkiyeyê re jî bikin û li hemberî zext û êrîşan bal kişand ser yekîtî û piştevaniya rojnamevanên muxalif.    Altan, ji bo Tirkiyeyê got, "girtîgeha herî mezin a cîhanê a ji bo rojnamevanan" û bal kişand ser rewşa rojnamevanên bi awayekî negirtî tên darizandin û îhtimala wan î girtinê. Altan, got: "Dixwazin kes rojnamevaniyê neke".   Altan, diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnamevaniya muxalif rojnamevaniyeke bibedêl e û got: "Piraniya rojnamevanên li herêmê muxalif û kurd in. Li vira bêhiqûqîtî û mueyîde du qat zêdetir in. Loma em dibêjin rojnamevanî ne sûc e". Her wiha Altan ji bo hejmara rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ku kovara îngilîzî ya heftane "The Economist" gotibû li Tirkiyeyê 46 rojnamevan girtîne, got li Tirkiyeyê zêdetirî sedî rojnamvean girtî ne û got, ev kovar daneyên dewletê esas digire.    MA / Lezgin Akdenîz