Dadgehê beraat kir, dozger îtiraz kir 2020-01-16 09:18:07 AMED - Bi hinceta Mûsa Çîtîl "kirine hedef", derbarê 7 rojnamevanan de doz hatibû vekirin, lê belê dadgehê derbarê rojnamevanan de biryara beraatê dabû. Piştî biryara beraatê dadgehê sedema biryara xwe aşkere kir û got, parvekirinên hatine kirin di çaçroveya "agahîdan, rexnekirin, şîrovekirin û azadiya fikr û ramanê de ye". Dozger, ji bo biryara dadgehê îtiraz kir.  Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin, di dema qedexeya derketina derve ya li Sûr a Amedê de bi sernavê "Navê dorpêçkirinê 'Bayreq 12', sereke wê jî Mûsa Çîtîl" nûçeyek parve kiribû. Bi hinceta ku nûçe parvekirine derbarê rojnamevan Omer Çelîk, A. Vahap Taş, Çagdaş Kaplan, Selman Çîçek, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Selîm Gonenç de bi îdiaya "hêzên dewletê hedef nîşan dane" û "propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin.    Di danişîna dozê ya 18'ê Kanûna 2019'an de Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê derbarê 7 rojnamevanan de biryara beraatê dabû. Piştî beraatê, niha jî dadgehê sedema biryara xwe aşkere kir.    Dadgehê, di biryara xwe de destnîşan kir ku "parvekirinên hatine kirin ne hedefnîşandan e, di çarçoveya agahîdan, rexnekirin, şîrovekirin û azadiya fikr û ramanê de ye".    Lê belê Dozgerê Komarê îtiraz kir û xwest rojnamevan bên cezakirin.    Li ser vê dosye ji Dadgeha Îstinafê re hat şandin û tê payîn ku wê Dadgeha Îstinafê jî çend meh şûnde biryara xwe aşkere bike.