Nûnerên partiyên siyasî yên Wanê: Dawî li Rewşa Awarte bînin! 2020-01-16 09:17:15 WAN - Li Wanê 3 sal in lidarxistina çalakiyan qedexe ye. Nûnerên partiyên siyasî, ji bo vê qedexeyê gotin Rewşa Awarte bi awayekî fiîlî didome û xwestin dawî li vê pêkanînê bê.  Walîtiya Wanê, ji 21' Mijdara 2016'an ve 15 rojan carekê lidarxistina çalakiyan qedexe dike. Nûnerên partiyên siyasî ji bo qedexeya ku hezar û 152 roj in didome gotin, Rewşa Awarte bi awayekî fîîlê didome û xwestin demildest dawî li vê pêkanînê bê.    'WALÎ LI GOR KÊFA XWE TEV DIGERE'    Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava, diyar kir ku li tu bajarî qedexe ev qas dirêj neajotine û got, li Wanê polîtîkayeke cuda pêk tê. Kava, bibîr xist ku qedexeya li Wanê bênavber 15 rojan carekê tê dirêjkirin û got: "Waliyê ku bû qeyûm hem dibêje 'ez waliyê bajêr im' hem jî qeyûmê şaredariyê ye. Di pratîkê de jî wekî serokê AKP'ê tev digere. Li gor kêfa xwe 15 rojan carekê qedexeya li bajêr dirêj dike. Ji ber erkên dane wî saziyeke dewletê jî nikare hesab jê bipirse. Bi tena serê xwe bajêr bi rê ve dibe. Nahêle tu sazî û partiyeke muxalif dengê xwe bilind bike. Nahêle daxuyaniyên ji bo çapemeniyê jî bên çêkirin. Em HDP, vê polîtîkayê qebûl nakin û em ê tim û tim li dijî wê bitêkoşin".    QANÛNA BINGEHÎN BIN PÊ DIKE    Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mûrat Bozdemîr, destnîşan kir ku bi erkên di destên waliyan de azadiya fikr û ramanê ji holê hatiye rakirin û got: "Niha em bi serdemeke wekî Rewşa Awarte re rû bi rû ne. Gava hûn siyasetê bikin, gava hûn biaxivin û dijî hikûmetê rexneyekê bikin çoyê xwe nîşan dide. Vî çovî jî bi mekanzîmaya edaletê û hêzên dewletê pêk tîne. Îqtidar dibêje, 'tenê ez dikarim siyasetê bikim'. Dixwazin civakeke apolîtîk çê bikin û naxwaze ên polîtîk jî deng ji xwe derxînin. Bi vê qedexeyê re qanûnan bingehîn tê binpêkirin. Tu eleqeya van qedexeyan bi demokrasiyê re tuneye".    LI HERÊMÊ REWŞA AWARTE DIDOME    Serokê Partiya Saadetê ya Wanê Ozay Îlhan jî got: "Ji roja AKP bûye îktîdar dibêje ez li hemberî Rewşa Awarte me. Lê belê li herêma me hîn jî didome. Heger em dixwazin Tirkiye bibe welatekî demokratîk û azad divê mirov serbest bin. Bi ya min ne hewce ye çalakî bên qedexekirin. Divê rê li ber çalakiyên dûrî şidetê ne vebike".    Serokê CHP'a Wanê Mehmet Kûrûkçû jî got: "Em bûn welatê Rewşa Awarte. Temam, dibe ku hin maf dabin destê walîtiyan, lê gava ev tim berdewam bin wê mafên mirovan bên binpêkirin. Mirov dixwazin doza mafên xwe bikin, dixwazin mafên xwe biparêzin, dixwazin xwe bi awayekî bînin ziman. Kes naxwaze pergala cemaweriyê û ewlehiya neteweyî xirab bike. Tenê dixwazin xwe bînin ziman".    MA / Cemîl Ûgûr