Sefarî û sifirkarî jî hêdî hêdî diqede 2020-01-16 09:16:42 SEMSÛR - Wekî gelek pîşeyan êdî hema bêje sefarî û sifirkarî jî nemaye. Li Semsûrê hosteyê sifirkarî û sefariyê Mehmet Yîgît, got: "Di salên 1960'î de li çarşiya sifirkaran nêzî 150 heb sifirkar û sefar hebûn".  Mehmet Yîgît ê 62 salî ku li Bazara Otûrakçi ya Semsûrê sifirkarî û sefariyê dike, anî ziman ku di salên 1960'î de li bazarê nêzî 150 heb sefar û sifirkar hebûne, lê belê niha tenê du heb mane.    Yîgît, diyar kir ku gava 8 salî bûye li Bazara Otûrakçiyê li cem hosteyên suryanî dest bi kar kiriye û got, niha ji ber teknolojiyê hindik maye karê wan bi temamî biqede.    Yîgît, got: "Di salên 60'î de li Semsûrê hosteyên sereke ên suryanî û ermenî bûn. Em ji wan hîn bûn. Gava min dest bi kar kir, li vira bi dehan dikanên suryaniyan hebûn. Hem sefarî hem jî sifirkarî dikirin. Me kar dikir. Lê niha heta êvarî ancax kesek tê. Niha li vira em du kes mane. Dewlet ji bo berdewamiya van pîşeyan tiştekî nake. Xwedî li wan dernakeve. Ji ber ku eleqeya ji bo van pîşeyan kêm bûye, piştî me wê kes neke".    TÊFIKÊN SIFIR ÇÊTIR IN    Yîgît ku got di salên 1970'î de li Semsûrê karê herî berbiçav sifirkarî bû û got: "Wê demê eleqeyeke baş ji bo vî karî hebû. Têfik, quşxane û kevçiyên her kesî sifir bûn. Xwarina di têfikên sifir de bitehmtir e. Wê demê kêm kes bi nexweşîna peneçşêrê diket. Lê piştî ên elemyon û teflonê derketin eleqeya ji bo sifir kêm bû. Niha mirov nizanin sifir çi ye jî. Heger hay ji fêdeyên wê hebûna wê halê sifirvaniyê ne ev hal bûna".    Yîgît, bal kişand ser rewşa kar û got: "Piştî Bendava Ataturkê hat çêkirin gelek gund û navçe di bin avê de man. Berê em diçûn gundan, bi mehan me kar dikir. Li nêzî Bazara Otûrakçiyê xeraca gundan hebû. Ji ber wê ev der qelebalix bû. Lê niha kes nayê van dera. Ji bo neçim qehwê serê sibê dikana xwe vedikim û êvarî jî digirim. Carinan karên biçûk bi dest dikevin. Her wiha ji bo leganên ecînê kêm zêde eleqeyek heye. Di salên 1960'î de li çarşiya sifirvana nêzî 150 heb sifirkar û sefar hebûn. Ne Yekîtiya Odeya Esnaf û Sinhetkaran ne jî rayedaran destekek jî neda me. Ji ber ke li ber destê me naşoxule, wê ev pîşe jî winda bibin".